Rûniştina yekemîn a doza Ayşe Gokkan û Gul Kiziltaş hat dîtin

  • 15:39 4 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina doza aktivîsta TJA Gul Kiziltaş û aktîvîsta DKY û TJA'yê  Ayşe Gokkan ên di operasyonên li dijî HDP, TJA, KCD û HDK’ê de hatin binçavkirin û girtin, hat dîtin. Di rûniştina dozê de Gul Kiziltaş hat berdan, lê Ayşe Gokkan nehat berdan. 
 
Di 14'ê Hezîranê de li dijî endam û rêveberên HDP, TJA, KCD, DBP û HDK'ê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de aktîvîstên TJA'yê û aktîvîsta Meşa Jinên Cîhanê (DKY) Ayşe Gokkan, bi îdîaya "rêvebertiya rêxistinê" û aktîvîsta TJA'yê Gul Kiziltaş jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Der barê wan de ji 7 salan heta 22.5 salan ceza dihat xwestin. Yekemîn rûniştina doza Gul Kiziltaş û Ayşe Gokkan li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.  Di rûniştinê de Ayşe Gokkan û Gul Kiziltaş û parêzerên wan amade bûn. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, aktîvîstên TJA û gelek siyasetmedarên kurd li salonê amade bûn. 
 
Heyeta dadgehê ku bi tespîta nasnameyan dest bi rûniştinê kir ji Ayşe Gokkan pirsî ku çi karî dike. Ayşe Gokkan bersîva "Ez aktîvîsta mafên jinan me" da. Lê serokê heyetê jî got "Pîşeyekî bi navê Ez aktîvîsta mafê jinan me tune ye" û bal kişand ser xwe. Siyasetmedarên kurd bi kurdî parastin kirin. Aktîvîsta TJA'yê Ayşe, îdîayên der barê xwe de red kirin. Ayşe, anî ziman ku xebatên ew dikin qanûnî û rewa ne. KCD jî saziyek qanûnî ye. Ayşe, destnîşan kir ku saziyên wan jî ji aliyê dewletê ve muhatab hatine girtin û hemû xebatên wan zelal û aşkere ne. 
 
Ayşe anî ziman ku ew di çarçoveya hestê xweyê mirovahiyê de tevli çalakî, daxuyanî û meşan bûye û ev çalakî ne girêdayî PKK'ê  ne. Heyetê bal kişand ser axaftinên Ayşe yên bi telefonê û got: "Te gotiye 'PKK partiya kurdan e.' Li gorî biryarên DMME'ê PKK rêxistina terorê ye. Rêxistinek terorê çawa dibe partiya kurdan." Ayşe jî anî ziman ku gotinek wisa nayê bîra wê û wîha got: "Lê dewlet bi Rêberê PKK'ê re hevdîtin kir. Aştî bi kesên tu bi wan re şer dikî pêk tê." 
 
Aktîvista TJA'yê Gul Kiziltaş jî sûcdariyên derbarê wê de hatin kirin red kir û anî ziman ku ew îdia derew in. Dozger jî piştî parastinan xwest siyasetmedarên kurd girtî bên darizandin û Gul Kiziltaş, jî bê berdan. 
 
Parêzeran jî mafê parastinê girt û xwestin muwekîlên wan bên berdan. Heyeta dadgehê jî piştre biryar da û der barê Ayşe Gokkan de biryara berdewama girtinê da. Der barê Gul Kiziltaş de jî biryara berdanê da. Heyetê ji bo kêmasiyên dosyayê temam bibin doz taloqî 27'ê Mijdarê kir.