Cezayê mamoste Ayşe Çelîk ê ku salek û sê mehan lê hatibû birîn hat erêkirin

  • 11:57 3 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
STENBOL-Mamoste Ayşe Çelîk ji ber  ku gotibû ‘bila zarok nemirin’ ceza  lê hatibû birîn,cezayê wê yê salek û sê mehan  hat erêkirin.  
 
Di serdema qedexeyên derketandina derve de ji ber ku mamoste Ayşe Çelîk bi rêya telefonê di bernameya Beyaz Show’ê ya Qenal D’yê  de gotibû “Bila Zarok Nemirin” di derbarê wê de dawe hatibû vekirin û salek û sê mehan ceza lê hatibû birîn. Cezayê ku li mamoste Ayşe Çelîk hatibû birîn, hat erêkirin. Daîreya Cezaya 2’în a Edlîyeya Herêma Stenbol’ê ya ku îtîraza parêzer nirxand, cezayê ku derbarê Ayşe de hatibû dayîn, erê kir.
 
Daîreya Cezayê ya 2’în bi hinceta ku mamoste Ayşe Çelîk propagandaya rêxistinê kiriye cezayê wê erê kir.
 
Parêzeran diyar kirin ku Ayşe 3 meh e himle ye û ew ê zarokê xwe li girtîgehê bîne cîhanê.