Di doza îstîsmarê ya Pasurê de li zarokê tehdîda ‘giliyê xwe şûnde bikişîne’

  • 09:52 27 Îlon 2017
  • Hiqûq
AMED - Li Pasûrê di bûyera îstîsmarkirina zarokê de, zarok û dayika wê daxwaznameyên xwe yên gilîkirinê şûnde kişandibûn. Lê derket holê ku zarok ji ber hatiye tehdîtkirin giliyê xwe paşve kişandiye.  Her wiha zarokê di îfadeya xwe ya ku da de anî ziman ku mêrên gilî li wan kiriye di heman demê de, îşkenceya fîzîkî û fuhuş jî lê ferz kirine. 
 
Li Pasûra Amedê zaroka bi navê F ya 14 salî ku di warê zîhnî de astengdare, di navbera 13’ê hezîrana 2014 û 21’ê Adara 215’an de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a 86 mêran hatibû.  Di doza der barê bûyerê de hat vekirin de di runiştina 21’ê îlonê de derket holê ku 9 mêrên girtî dihatin darizandin û 21 mêrê hatibûn berdan  zarok tehdîd kirine.
 
Daxwaznameya xwe şûnde kişandin
 
F û dayika wê gumanbar teşîs kirin û hem di îfadeyên emniyetê û hem jî di îfadeya runiştinê de li guman baran gilî kiribûn. Piştî giliyê dayik û zarokê lêpirsîa der barê 60 kesî de hat destpêkirin û 21 mêr ji vê dozê hatin darizandin.  Dayika zarokê ya di gilîkirina xwe de irar dikir bi carekê re biryara xwe guhert û  di meha tebaxê de  daxwaznameyek şand dadgehê û  gotibû ku ew li kesekî gilî nakin û kesekî nas nakin.
 
F jî du roj piştî dayika xwe daxwazname şand dadgehê û heman îfade anî ziman û got ew giliya xwe şûnde dikişîne.
 
Di runiştina dawî ya 21’ê îlonê de hatiye dîtin de derket holê ku zarok hatiye tehdîdkirin. F. Ligel pedagog li dadgehê îfade da û  got ew hatine tehdîdkirin û wiha got: “ Li ser me zextên mezin hene.  Beriya em daxwaznameyê bişînin li dayika min dan û pere pêşniyarî me kirin.  Ji ber malbatên gumanbaran em tehdîd kirin me jî daxwazname şand û me got em giliyê xwe şûnde dikişînin.”
 
F diyar kir ku kesê bi navê Ersîn Ş. Lê daye û îşkence lê kiriye , ji wî mêrî ditirse û hefteyek şûnde jî heman mêrî îstîsmara zayendî lê kiriye. F got kesên bi navê Şerîf Ç û Huseyîn Ç fuhuş jî li wê ferz kirine û kesên bi navê Huseyîn Ç, Şerîf Aslan û Ridvan numareya telefona wê dane hinek mêrên din. F got ev mêr li wê geriyane û dema nexwestiye biçe jî rastî tehdîdan hatiye û ew bi zorê birine. F bi lêv kir ku gelek caran mêran hişbir jî bikaranîne û li ser vê îşkence li wê kirine. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de der barê gumanbaran de qeydên HTS’ê hatin lêkolînkirin.  Hat tespîtkirin ku gumanbar bi dehan caran li F geriyane û ev jî li dosyayê hat zêdekirin.  Ligel delîlan di doza 21’ê îlonê de 9 gumanbarên girtî hatin tahliyekirin.