Jinan ji bo Şengul Karaca ya ku hat qetilkirin li ber edliyê daxuyanî dan

  • 17:27 26 Îlon 2017
  • Hiqûq
STENBOL - Platforma şaxa Stenbolê ya KESK'ê ji bo doza Endama Egitîm-Sen'ê Şengul Karaca ku ji aliyê mêrê bi navê Hasan Aydin ve hatibû qetilkirin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan û gotin ku ew bi têkoşîna jinan cîhanê azad û xweş bikin.
 
Platforma şaxa Stenbolê ya KESK'ê ji bo doza Endama Egitîm-Sen'ê Şengul Karaca ku di meha gulanê de mêrê bi navê Hasan Aydin ve hatibû qetilkirin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ji bo Şengul Karaca ne edaleta mêr ya rastyeqîn dixwazin " hat vekiriné û dirûşmên "Ne edaletê mêr ya rastyeqîn" û "Qetilkirina jinan îsyana me ye" hatin berzkirin. 
 
Beriya daxuyaniyê  Sekretera Platforma Şaxên Keskê ya jin  Derya Yolcu axivî û diyar kir ku  welat bi OHAL'ê bû wek qereqolê û wiha axivî: "Li her derê destdirêjî, îstîsmar heye. Dixwazin destkeftiyên jinan xesp bikin. Desthilatdar piştgiriya kujeran dike. Em di kesayeta  Şengulê de şopdarên hemû jinên ku hatine qetilkirin in û wê  berxwedana jinan cîhanê azad û xweş bike."
 
 Pîştê axatîna Derya Yolcu Sekretera Jin a şaxa 3'yemîn ya Egitim-Senê Ayşe Panuş daxuyanî xwend . Ayşe da zanîn ku ji bo Şengulê bi dehan caran daxuyanî dane û ev tişt got: "Em wek jinan dibêjin 'Biqire bila herkes pê bihese ji bo ku  tundiya mêr bi dawî bibe' lê em dizanin ku tundiya mêr bi rehetî naqede. Ji bo ku em tundiya mêr bi dawî bikin em ê li dibistan, mal û li  kolanan berxwedana xwe berdewam bikin."
 
Piştî daxuyaniyê jin ji bo ku doza Şengulê bişopînin ketin salona dadegehê.