Dayika Şemiyê: Divê ne ez kesên lawê min kuştine bên darizandin

  • 15:41 26 Çile 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rûniştina doza Dayika Şemiyê Hanife Yildiz a bi iddiaya "heqaret" li Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu kiriye lê hatibû vekirin hat dîtin. Hanifeyê di rûniştinê de got:"Divê ne ez kesên lawê min kuştine bên darizandin."
 
Dayika Şemiyê Hanife Yildiz a dayika Murat Yildiz ê 19 salî û di 23'yê Sibata 1995'an de di bin çavan de hat windakirin ji ber ji Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu re gotibû "Suloyê Xemilandî" hat darizandin. Bi iddiaya "heqaret" li Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu kiriye doz li Hanifeyê hat vekirin. 2'yemîn rûniştina dozê li 48'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Edliyeya Stenbolê hat dîtin. Gelek kes tevli rûniştinê bûn. 
 
Hanifeyê di rûniştinê de got:"Divê ne ez kesên lawê min kuştine bên darizandin."
 
Parêzer Gulseren Yoleri da zanîn ku gotinên Hanifeyê di çarçoveya azadiya ramanê de divê bên nirxandin. 
 
Rapora kesên pispor wê bê amadekirin
 
Heyeta Dadgehê da zanîn ku divê dîmenên dosyayê ji bo kesên pispor bên şandin. Rûniştin taloqî 23'yê Adarê hat kirin.