2'yemîn danişîna doza Pakîstanê: Kujer hat parastin!

  • 14:35 26 Çile 2023
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Li Kerboranê Pakîstan Demîr a ku ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin, 2’yemîn danişîna dozê hat dîtin û destûr nehat dayîn ku kujer tevlî dozê bibe
 
Di 16’ê îlonê de Pakîstan Demîr a 34 salî li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Kujer di 17’ê îlonê de hat girtin. Bi sûcê “Kuştina jin û hevjîn a bi zanetî” 2’yemîn danişîna kujer li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê hat dîtin. Endamên malbata Pakîstan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a navend û navçeyên Mêrdînê, Komeleya Jinan a Rosayê, parêzerên Navendên Mafên Jinan a Baroyên Sêrt û Êlihê tevlî danişînê bûn. Kujer di vê danişînê de jî tevlî dozê nebû. Di danişînê de Parêzerên malbata Pakîstanê amadebûn. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn dest pê kir. Di danişîna pêşî de ji bo derûniya kujer baş e an na, şandeya dadgehê kujer sewqê Serwîsa Psikiyatriya Edlî ya Ewlekariya Bilind a Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Elezîzê kiribû. Di raporê de biryara “ji bo ceza bigire tu astengî tuneye” cih girtibû. Ligel vê yekê kujer tevlî dozê nebû. Tevî biryara ku hatiye dayîn jî, Dadgeha Hiqûq a Sulhê ya Elezîzê biryara “ji ber ji civakê re xetere ye rakirina nexweşxaneyê ya mecbûrî berçav digirin” da û hat astengkirin ku kujer tevlî dozê bibe.
 
Endamên malbatê daxwaza cezayê kirin
 
Endamên malbatê îfadeya xwe ya pêşî dubare kirin û daxwaz kirin ku divê kujer cezayê herî giran bigire. Parêzerên ku ji baroyan hatin, daxwaza tevlîbûna dozê kirin û gotin ew dixwazin kujer cezayê herî giran bigire. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Piştre parêzerên malbata Pakîstanê parastinê kirin.
 
‘Dadgeh darizandinekî edilane nake’
 
Parêzer Leyla Kaya, diyar kir ku di dosyeyê de binpêkirina mafê jiyanê û cudekarî heye û got divê ev darizandin bi dayîna mafê axaftinê ji hemû saziyên di qada mafên jinan dê têdikoşin pêk were. Leyla, da zanîn ku li dijî mirovahiyê sûcek hatiye kirin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê ji ber porê jinek xuya kir ji gelek cihên xwe bir amûrekî birînê hat qetilkirin. Di heman rojê de di 16’ê Îlona 2022’yan de li Îranê Jîna Mahsa Emînî ji ber porê wê xuya kir hat qetilkirin. Îro li hemû cihanê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ belav bûye û dibêjin ku ev sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Ji ber vê yekê raperîna xwe bilind kirine. 
 
Li şûna ku dosye di vê çarçoveyê de bê nirxandin, lê me ji dadgehê tiştek wisa nedît. Ji ber vê yekê em di nava fikaran de ne. Wekî me di danişîna yekem de jî gotibû em carekedin dibêjin divê kujer bianîna vê derê û darizandina wî bihata kirin. Ev jî nîşanê me dide ku dadgeh darizandinekî edilane nakin. Em darazê vedixwînin ku ji bo darizandinekî edilane bikin. Kiryar di vê danişînê de dîsa ne amadeye. Ligel biryara ku ji bo ceza bigire tu astengî tuneye jî faîl di bin çavderiyê de tê girtin. Em nizanin ku kujer li ku derê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku danişîna doza dinê de kiryar bînin eywana danişînê û bê darizandin. Lewra jî em daxwaza berdewamiya girtina kiryar dikin.”
 
Dayika Pakîstan, Naîme Demîr jî ji ber kujer tevlî danişînê nebû bertek nîşan da.
 
‘Komkujiyek plankirî ye’
 
Parêzer Ayşîn Siyah Koç jî di danişînê de wiha axivî: "Divê demildest kiryar bînin dadgehê, îfadeya wî bê girtin û darizadina wî bê kirin. Dayikek li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin. Lewra jî ev komkujî bi plankirî hatiye kirin. Lewra jî em dixwazin darizandinekî edilane bê kirin.”
 
‘Kujer tê xelatkirin’
 
Parêzer Seher Acay jî bi lêv kir ku kujer îro dîsa tevlî danişîna dozê nebûye û got darizandinekî cidî nayê kirin û wiha dom kir: "Kujerê ku bi edilane nayê darizandin îro bi awayek ji rêzê tê darizandin û ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber darizandina ne edilane em di nava fikarana de ne. Dema ku em ji aliyê hiqûqa cezayê ve lê dinêrin, berçav digirin ku derûniya wî başe an na. Lê belê di rapora yekem de cih girt ku ji bo ceza bigire tu astengî tuneye. Di raporek dinê de jî bi hinceta ‘ji ber ji civakê re xetere ye rakirina nexweşxaneyê ya mecbûrî. Ji ber vê yekê em berçavan digirin’ biryar hatiye dayîn. Dema ku em lê dinêrin dibînin ku kiryar tê xelatkirin. Ji ber ku divê îro li girtîgehê de girtî bû ya. Dibe ku dadgeh biryara girtinê dabe, lê îro di pêkanînê de ev biryar bi cih nayê. Ji ber ku kujer vê pêvjaoyê li nexweşxaneyê derbas kiriye. Em daxwaza berdewiya girtina kujer dikin û em dixwazin kujer di danişîna dinê de bînin dozê.”
 
‘Divê bûyer ber bi kanalên dinê ve neyê birin’
 
Piştre parêzerê kujer Abdulhaluk Ay parastinê kir û ji bo Pakîstanê got “jina ku miriye” û li ser vê yekê jinên li eywanê de bertek nîşan dan û gotin “jina hatiye qetilkirin” û li ser vê yekê parêzer got “bila gotina we be.” Parêzer her wiha vê tiştê got: “Divê bûyer ber bi kanalên dinê ve neyên birin.”
 
Şandeya dadgehê, biryara berdewamiya girtina wî, anîna wî ya li eywanê da û danişîn taloqê 27’ê sibatê kir