Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDP’ê red kir

  • 12:30 26 Çile 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir. AYM'ê serlêdanên ku HDP'ê di çarçoveya doza girtinê de kiribûn, îro nîqaş kirin û bi piraniya dengan red kir. HDP'ê ji bo doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê û têkildarî biryara blokekirinê daxwaza dema zêde kiribû. 
 
AYM'ê daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir û ji bo daxwaza dema zêde 15 roj dan. 
 
Her wiha AYM'ê biryar da ku HDP têkildarî esasê di 14'ê adarê de parastinê bike.