Danişîna doza kujerê Fîrdevs Babat hat taloqkirin: Dadgehê kujer parast

  • 13:02 25 Çile 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Danişîna ewil a Ahmet Babat a ku Fîrdevs Babat qetil kir hate dîtin. Di danişînê de bersûc îddîa kir ku ewlehiya canê wî nîne. Şandeya dadgehê jî bi hinceta ewlehiya canê bersûc nîne xwest dozê neqlî bajarêkî din bike.
 
Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 17 salî ku di 18'ê tebaxê de li Qilabanê winda bûbû, li kêleka Çemê Hêzilê yê 15 kîlometreyan dûrî navçeyê di navbera du keviran de hatibû ditin. Bi aşkerebûna bûyerê re kujer Ahmet Babat hatibû girtin. Hatibû hînbûn ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan Ramazan Babat ê birayê Ahmet Babat hatiye kuştin.  Îddîanmaye ku derheqê kujer Ahmet Babat de hatibû amade kirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat qebûl kirin. Danişîna yekemîn a kujerê Firdevsê Ahmet Babat li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin.
 
Xizmên Fîrdevs Babat, Parezêrên Baroya Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komîsyona Jinan a Baroya Dîlokê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Berî her Tiştê Jin û Zarok, Parlementera HDP’ê ya  Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Sİlopyayê Adalet Fîdan, endam û rêveberên rêxistinên  navend û navçeyan ên HDP’ê yên Şirnexê û gelek sazî û rêxistinên jinan tevli danişînê bûn.
 
Bersûc Ahmet Babat bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Parezêrên malbata Fîrdevs Babat li danîşînê  amade bûn. Parezerê Ahmet Babat jî bi hinceta ewlehiya canê wî tune tevli danişînê nebû. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, Bersûc Ahmet Babat axivî û di axaftina xwe de îda kir ku ji ber ewlehiya canê wî tune bûye bûyer girtiye ser xwe û wiha got: “Xwendin û nivîsandina min tune ye û ez bi karê tamîrê re mijûl im. Ne ewlehiya canê min û ne jî ya psrezerê min heye. Ez xwe baş hîs nakim. Min”
 
‘Hat xwestin doz li bajarek din were dîtin’
 
Ji ber ku bersûc Ahmet Babat di 13’ê Çileyê de bi hinceta ewlejiya canê wî tune ye ji bo ku doz li bajarek din were dîtin ji dozgeriyê re daxwazname şandiye, piştî axaftina bersûc ji hêla dozgeriyê ve mutaala hat pêşkeşkirin û hate xwestin ku doz li bajarêk din were dîtin.
 
‘Ahmet Babat bi tena serê xwe ev bûyerê pêk neanîye’
 
Malbata Fîrdevsê li dijî mutaalayê derket û destnîşan kirin ku bersûc bi tena serê xwe ev bûyer pêk neaniyê û gotin: “Tu kesî gef li malbata bersûc û li wî nexwariye.  Di bûyerê de navên kesên din jî hene. Lê çima qeydên HTS’ê nayên guhdar kirin? Heke doz li bajarek din were dîtin em bi tu awayî beşdarî daneşînê nabin.”
 
Parezera malbatê Hedîye Gokçe Baykal jî li dijî mutaalayê derket û destnîşan kir ku îfadeya bersûc xeyalî ye û diyar kir ku bersûc bi vê ji bo xwe mexdûriyetê çêdike.
 
Parezêrên Baroya Şirnexê, Komeleya Jinan a Rosayê, OHD, ÎHD, Komeleya Piştgiriya Jinan û Komîsyona Jinan a Baroya Dîlokê jî daxwaz kirin ku tevli dozê bibin xwesteka beşdariya dozê kirin. Hat diyarkirin ku dê ev daxwaz jî ji hêla dadgehê ve were nirxandin.
 
Ramazan Babat dê were guhdarkirin
 
Şandeya Dadgehê xwest Ramazan Babat ê ku ji ber êrîşa zayendî di girtîgehê de ye, Mustafa Babat û Tahîr Babat di danîşîna bê de werin guhdarkirin.
 
Doz hate taloq kirin
 
Piştî navberek kurt, şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Şandeyê di biryar da ku rewşa girtî ya Ahmet Babat dewam bike, derheqê dosyayê de ku li bajarê Şirnexê were dîtin, şahid bên guhdarkirin û lêkolînek berfirreh doz taloqî 10’ê Gulanê kir.
 
Piştî dozê daxuyanî hat dayîn
 
Piştî dozê ji parêzer û sazî û rêxistinên jinan li pêş edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ewil parezera malbatê Hedîye Gokçe Baykal axivî û destnîşan kir ku lêgerîna wan a edaletê dê bidome û got: “Ji meha Tebaxê ve heta niha li bersûc tu gef nehatine xwarin. Lê belê bersûc bi mexdûriyeta ku îda dike dixwaze ji dozê xilas. Yên mexdûr malbata Fîrdevs in. Daxwaza dadgehê ji bo bajarêk din a dozê nayê qebûlkirin. Doz biçe ku derê jî em ê heta dawiyê bişopînin û em ê ji bo Fîrdefsê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”
 
Ji Baroya Şirnexê parezêr Aycan Îrmez jî diyar kir ku darizandinek adîlane nayê kirin û got: “Tu tiştekî ku gotinên bersûc piştrast bikin tune ne. Şandeya dadgehê jî li gorî gotinên bersûcê biryarek da. Ev nayê qebûlkirin. Mixabin ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê qetilkirina jinan veguheriye qetlîaman.”
 
‘Ji qetîlkirina jinan dewlet berpirsyar e’
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî bal kişand  ser polîtîkayên bêcezahiştinê û destnîşan kir ku ji qirkirina jinan dewlet û polîtîkayên wê berpirsyar in. Adalet, got: “Qetîlkirina jinan polîtîk e. Em di roja îro de dibînin ku bi polîtîkayên taybet ên bi destê hêzên unîformayî qetîlkrina jinan hatiye çi astê. Ji ber van polîtîkayan kujerên jinan pişta xwe dispêrînin dewletê û kujer ji hevdû cesarete digirin. Me ev tişt di sekna kujer de jî dît. Jinekê ciwan bi îşkenceyê hate qetîlkirin lê belê kujer behsa ewlehiya canê xwe dike. Em ê wek rêxsitinên jinan li dijî van qetîlkirinên sistematîk heya dawiyê şopdarê dozê bibin.”
 
‘FîrdeVsê di encama şerê taybet de hat qetilkirin’
 
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û destnîşan kir ku Firdevsê di encama şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin de hatiye qetilkirin û got: “Hêzên taybet êrîşî bedena jinê û vîna jinê kirine. Firdevs û bi sedan jinên wekî Firdevsê qirbanên vî şerê taybet in. Ew dijminatiya li dijî hebûna jina ye. Polîtîkayên dewletê û qirkirina jinan bi hevdû re girêdayî ne. Ên ku êşê dikişînin û mexdûr in malbata Fîrdefsê ne. Lê em dibînin ku dîsa kujer diparêzin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî van polîtîkayan berdewam bikin û şopdarê dozê bibin.”
 
 'Kujeran diparêzin'
 
Herî dawî jî bavê Fîrdevsê Tamer Babat axivî û destnîşan kir ku şirikê Ahmet Babat birayê wî Ramazan Babat e û got: “Bêyî sedem û îfadeyan Serdozgeriya Qilebanê navê Ramazan Babat ji dosyayê derxist. Hem Serdozgerî hem jî dewlet bi vê yekê xwedî li Ramazan Babat derdikeve. Niha kî dixwaze Ahmet Babat bi hinceta mexdûriyetê xilas bike.”