Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan

  • 15:50 24 Çile 2023
  • Hiqûq
 
WAN - Danişîna Doza aktîvîsta TJA'yê û siyasetmedar Sevîl Rojbîn Çetîn hat taloqkirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  û Endama Lijneya Rêveberiya Herêmîya partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîrana 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li Amedê bi se îşkence lê hat kirin û hat binçavkirin. Piştî 11 rojbinçavkirinê hat girtin. 
 
Rojbîn bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, îro danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojbîn ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzer, malbat, aktîvîstên TJA'yê û endamên TUHAY-DER'ê jî li salona danişînê amade bûn. 
 
Rojbîn di danişînê de parastina kir kir û got: "Ez siyasetmedar im, polîtîk im û têkoşînek didim. Di nav têkoşîna jinan û siyaseta demokratîk de cih digirim. Min li Sixkê serokatiya partiyê kir. Di sala 2013'yan de li Şaredariya Artemetê şaredar bûm. Ev doza komployê ye. Her kes dizane ku TJA platformeke demokratîk û qanûnî ye. Komeleyên jinan tê girtin û ji holê tên rakirin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Têkoşîna ku li dijî wan tê kirin ne sûc e. Ez jin im, û 4 sal in jî li vir im. Tişta ku ez dikim di qadên parastina meşrû de domandina têkoşînê ye."
 
Piştî Rojbînê parêzer Ekîn Yeter mafê axaftinê girt û bal kişand ser têkoşîna muvekîla xwe ya ku ji bo jinan dide û got: "Ji ber ku têdikoşe hedef tê girtin. Em daxwaz dikin ku demildest serbest bê berdan."
 
Piştî parastinê navber hat dayîn û dû re jî şandeya dadgehê biryar da ku dê 23'yê adarê de biryarê bidin û danişîn taloq kir.