Di Doza Kobanê de siyasetmedaran bal kişandin ser çekên kîmyewî

  • 14:47 4 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de bi lêv kir bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û got bila şandeyên serbixwe biçin lêkolînê bikin lê tune ne. Her wiha Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de diyar kir ku dê rojên tarî yên bi destê desthilatdariyê hatine afirandin derbas bikin 
 
Rûniştina 8’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.  
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. 
 
Danişîn, bi parastina siyasetmedaran dest pê kir. 
 
‘Hewldaneke dijber a dadgeha we li hemberî min heye’
 
Ji ewil siyasetmedara kurd Ayşe Yagci axivî û da zanîn ku ev 22 meh in girtî ye. Bi domdarî Ayşe anî ziman ku heta niha jî ji bo tevlikirina wê ya dosyayê daneyeke şênber jê re nehatiye dayîn û wiha dom kir: “Hewldaneke dijber a dadgeha we li hemberî min heye. Ez vê hewldanê ji hêla hiqûqî ve rast nabînim. Kesên di heman rewşa min de hatin berdan lê belê ji bo min îfadeyên Ulaş û Samî Baran hene. Îfadeyên wan ên şênber tune ne lê hûn vê yekê li dijî min bi kar tînin.” 
 
'Operasyoneke qirkirina siyasî heye' 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel axivî û salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê bi bîr xist. Bi domdarî Sebahat wiha got: “Li edliyeyê ji ber piştevaniyê hatim binçavkirin û ji ber ‘piştevaniyê’ hatim girtin. Her tim ji ber piştevaniyê tên darizandin. Li Amedê bombe hatibûn teqandin û mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev, darbeyeke siyasî ye. Tirkiye gelek caran bi darbeyên siyasî re rû bi rû ma ye ku DEP’î jî hatibûn girtin. Ev yek qedera kurdan nîne. Li şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin û bi dehhezaran siyasetmedarên me tên darizandin. Li Tirkiyeyê li dijî siyaseta kurd operasyoneke qirkirina siyasî heye ku bi destê hiqûqê tê kirin. Piştre jî dosyaya Kobanê tê darizandin û hêjta tê darizandin. Darbeya 4’ê Mijdarê îro bi rêya we tê domandin. 
 
Şêweyê birêvebirina vê dozê li gorî exlaqê ye yan na
 
Gelên Tirkiye, Kurdistan û cîhanê jî dizanin bê ka çi ye. Siyaseta demokratîk tê darizandin. Kî bixwaze bibe astengî, Erdogan wî digire. Niha jî li pêşiya Erdogan kurd astengî ne lewma li dijî wan operasyonên tesfiyekirinê dike. Çendek roj berê hinek dane hatin parvekirin. Tirkiye li cîhanê yek ji 10 welatên herî zêde girtî lê hene ye. Di mijara mafan de piştî Erebistana Siûdî ye. Li cihekî ku mekanîzmaya hiqûq û demokrasiyê ji holê tê rakirin, mekanîzmaya edaletê jî naxebite. Em vê yekê jî di sepanên we de dibînin. We ji hevala me ya Ayşe re got; ‘em exlaqê we nadarizînin.’ Li gorî me alerjiya we ji bo kurdî heye. We biryara sînorkirinê ya du rojan da. Ev nayê wê wateyê ku mafê parastinê tê dayîn. Lê em lêdipirsinîn bê ka şêweyê birêvebirina vê dozê li gorî exlaqê ye yan na. 
 
Gelo hûn me li gorî kîjan exlaqî didarizînin?
 
Exlaq, tê wateya pergala civakî. Gelo hûn me li gorî kîjan exlaqî didarizînin? Hûn li gorî qanûnan didarizînin an ji bo pergala dumendî? Darizandina li bajarên kurdan û yên li rojavayê welêt mîna hev nînin. Ev yek nîşan dide bê ka hiqûqa dumendî çawa dixebite. Hemû daxuyaniyên me weke sûc tên hesibandin. Dema partiyeke din dike ev yek dibe ‘mafê makeqanûnê’ lê dema kurd dikin jî navê wê dibe ‘têkoşîna li dijî terorê.’ Du qanûn hene; yek jê qanûna darbeyê û ya din jî têkoşîna li dijî terorê ya ji bo kurdan e. Pratîka van qanûnan em di jiyana xwe de jî dibînin. Em li vir di girtîgehê de tên ragirtin û nikarin biçin girtîgeha jinan. Ji bo sererastkirina nivîsa we me gelek caran nivîs nivîsandin. Lê kesên desthilatdar xwestin em li wir bimînin. Tiştekî hey jê re dibêjin mafê telefonê. Li girtîgeha me axaftina bidîmen heye lê em siyasetmedar dikarin hefteyê tenê 10 deqeyan bideng biaxivin. Me îtîraz kir û rêveberiya girtîgehê li ser navê min ji bo dadgehê Tirkiyeyê nivîs nivîsand û got; ‘ji bo lêkolînkirina înfaza Sebahat Tuncel nivîsê bişînin.’ Yek dadgehê pirsa ‘Ma tu serdozgeriya komarê yî’ jê nekir û nivîs şandin. We dît bê ka hiqûq çawa dimeşe? Ji karmendan bigire heta saziyan tevek jî xwe weke dadgeh dibînin. Di 29’ê cotmehê de ji me re negotin ku hevdîtina vekirî heye û ji me re gotin; ‘hûn ji têkoşîna li dijî terorê tên darizandin û nikarin vî mafî bi kar bînin.’ Gelo kî vî mafî dide van? 
 
Bila şandeyên serbixwe biçin lêkolînê bikin 
 
Her roj mirov tên qetilkirin. Nizanim bê ka qala pirsgirêkên xwe yên şexsî bikim an na. Lê belê li dijî kurdan qanûneke cuda di meriyetê de ye. Şebnem Korur Fîncanci got; ‘dibe çekên kîmyewî hatibin bikaranîn. Hewceye lêkolîn bê kirin.’ Ji ber vê gotinê hate girtin. Nabe ku li dijî van gotinan bibe qêre wêra te. Bila şandeyên serbixwe biçin lêkolînê bikin lê tune ne. Dixwazin qeyûm tayînî TTB’ê bikin. Dewleteke ji xwe bawer nake qêre wêr. Heke tu zêde bikî qêre wêr, wê demê di nava envantera te de pirgirêkek heye. Hulusî Akar, madem tu ji ewqas piştrastî, wê demê envanterên xwe veke û bila her kes bibîne bê ka çekên kîmyewî hene yan na. Bikaranîna  çekên kîmyewî sûc e û azadî ji holê hatine rakirin. Hevkarên desthilatdariyê welatparêzên vî welatî û yên din jî ‘terorîst in.’ Ji vir ne hiqûq lê pergala çetetiyê dikare derkeve.
 
Hûn dixwazin em bên cezakirin lê dê li gorî çi ceza bidin?
 
Baweriya min bi şandeya we nayê. Gelo we îdianame xwendiye? Gelo ma em ji bûyerên 6-8’ê Cotmehê nayên darizandin? Lê belê ev yek ne di îdianameya dozger de û ne jî di hinceta girtinê de heye. Bahtiyar Çolak li şûna îdianameyê, bi tiştên cuda re mijûl bû. Baş e lê we çi dikir? Ne diyar e bê ka em ji ber çi tên darizandin? Ji ber pêdankeriyê ye? Wê demê binivîsin. Bila bê nivîsandin bê ka min ji kê re gotiye û bi kê daye kirin. Lê tiştekî wiha nîne. Heke we îdianame xwendibe, wê demê derheê min de delîleke şênber bînin. Di derheqê min de gotine; ‘ji ber ku endama HDK’ê ye, îxtîmal heye ku haya wê ji van tiştan hebe.’ Hûn dixwazin em bên cezakirin lê dê li gorî çi ceza bidin? Ev, dozeke kompasê ye û hûn li ser delîlên madî dilîzin. Saet di 21.30’an de bo Bîrcan Yorulmaz maîl hatiye. Lê dozger bi israr dibêje saet di 17.00’an de hatiye. Tenê ji bo ku neyê berdan vê dike. Madem we îdianame xwendiye, wê demê ji we dipirsim, gelo tê de ‘kadro’ hene? Tê de tune ne lê hûn biisrar dipirsin. Tiştên ku emniyetê derheqê me de pê dayîn jiberkirin dubare dikin. Bi taybet jî derheqê jinan de. Alerjiya dewletê li hemberî jinên kurd heye. Ji ber ku jin, hevserokatiyê û nûnertiya wekhev diparêzin. 
 
Nagihan Akarsel jineke kurd a rojnameger bû
 
Gelo ev hêrs û nêzikatiyeke çawa ye? Nagihan Akarsel jineke kurd a rojnameger bû. Çi kiriye? Tenê ji bo fikra azadiya jinê xebitî ye lê hat qetilkirin. Kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Ji ber ku karê xwe dikirin, 4 jinên kurd hatin girtin. Di heman rojê de Edogan bi minasebeta sala sedemîn bangî rojnamegeran kir lê di heman rojê de li dijî çapemeniya kurdan operasyonkir. Vaye ji we re hiqûqa dualî. Em li vê derê faşîzma Hîtler û rewşa Tirkiyeyê ya heyî didin ber hev. Naziyan, cihû birin odeyên sabûnê û qetil kirin. Cihû ji kesayetiya hiqûqê derxistin û ew hemwelatî nebûn. Li Tirkiyeyê jî kurd ji kesayetiya hiqûqê hatine derxistin. Vê yekê herî baş jî em jin dizanin.” 
 
Şandeya dadgehê gotina Sebahat birî û pirsa “Hûn li gorî kîjan belgeyan diaxivin?” kir. 
 
Hûn xebatên me yên ji bo azadiya jinê dikin mijara darizandinê
 
Sebahat jî bersiva “Jixwe rewşek heye ku hûn ji me fêm nakin” da û wiha domand: “Em ji we re dibêjin bê ka hûn me bi zîhniyeteke çawa didarizînin. Heke hûn ji feraseta cezakirina me derbikevin, wê demê dê fêm bikin. Heke daxwazeke we ya cezakirinê hebe, wê demê ceza bidin. Ez ji we re vedibêjim bê ka we mekanîzmaya hiqûqê xistiye rewşekî çawa. Hûn guhdarî dikin lê fêm nakin. Pergala demokratîk bi awayekî dê were vî welatî. Hûn bêhiqûqiyê dikin û berpirsyariyên xwe bi cih nayînin û piştre jî dibêjin çi eleqe heye. Ez ji we dipirsim; çi eleqeya vê îdianameyê bi sedemên girtina me heye? Ez ji we re vedibêjim bê ka hûn van derewan çawa weke ku rastî bin vedibêjin. Kurd hevşaredaran hildibijêrin, qeyûm tên tayînkirin. Parlamenteran hildibijêrin, hûn digirin. Ev jî herî zêde bi destê hiqûqê tê kirin. We wesfa AYM’ê jî guherand û tevek jî endamên AKP-MHP’ê ne. Gelo ma pêkane ku ji vir biryareke dijber derkeve. Heke sepanên we tenê bi dadgehê re bisînor mabûya, pirgsirêk nedibû. Lê hûn xebatên me yên ji bo azadiya jinê dikin mijara darizandinê. Tiştên demokratîk weke sûc nîşan didin. Ji ber ku mijara behsa xeberê HDP ye lewma ev tên kirin. Ka destwerdanê li AKP-MHP’ê bikin em ê wê demê we bibînin. 
 
Ez mutalaaya dozger qebûl nakim
 
We AKP û MHP weke gilîker qebûl kir. Dewlet li dijî kurdan rêz bûye û ev tevek jî li hemberî me gilîker in. Dewlet li dijî HDP’ê ye, gelo ma ji bilî navekê din mirov dikare lê bike? Derheqê min de tiştekî şênber nîne. Tev li mitîngan bûme, panel li dar xistine û hwd. Ev peywirên min bêguman dê bikim. Dozger ji bo parastina Mesût Bagcik gotiye; ‘guh nedin parastina vî.’ Madem ku parastinên me nayên guhdarîkirin wê demê hûn çima ji me parastinê dixwazin? Wê demê werin li şûna me parastinê jî bikin. Hûn nikarin xwe têkilî naveroka parastinê bikin. Tevî ku me hûn red kirine jî hûn li vir in. Ev nayê wê wateyê ku darizandineke hiqûqî tê kirin. Tevî zextên we jî kurd pêş dikevin. Di dema hilbijartinê de HDP dê partiya diyarker be. Ez mutalaaya dozger qebûl nakim. Bila biçe ji xwe re hinek bixebite. Ev 6 sal in em di girtîgehê de ne. Lê me dev ji têkoşîna xwe berneda. Hûn dikarin bedenên me têxin hefsê lê nikarin dest bidin têkoşîna me. Hûn nikarin bi milyonan mirovan têxin hefsê. Tevî hemû zextan jî em bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixebitin. Lewma em li vir diaxivin nexwe li hemberî van îdiayan em hewcehî bi axaftinê jî nabînin.” 
 
'Em projektorê digirin lê hûn dîsa jî nabînin'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata piştre parastina xwe kir û wiha got: “Di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê de li Êlihê li pêşiya Huda Par’ê kesekî jiyana xwe ji dest da. Li ser kesê hatiye girtin jî nasnameya leşkeriyê derket. Em li tiştên ne di darizandinê de hene binêrin û hinek vekolin. Em projektorê digirin lê hûn dîsa jî nabînin. Îdeolojiya fermî em weke berpirsyarên wê demê dîtin û niha jî li pêşberî wa ne. Ji ber ku ev dosya dosyayeke organîzeyî ye û siyaseta demokratîk tê îllegalîzekirin, li gel ku agahiya ku ji dozger re hatiye şandin di dosyaya me de heye jî hûn pê re eleqedar nebûn.” 
 
‘Dosyaya me, ya pêla duyemîn bû’
 
Ayla, da zanîn ku girtek xelet hatine girtin û wiha pê de çû: “Em bêyî destûra şandeya dadgehê derneketin lê di girtekan de berevajî vê hatiye nivîsandin. Min ji we re nivîs şand ku dê bi rêya SEGBÎS’ê tev li bibim. Lê hûn dibêjin ku daxwaznameya te tune ye. Ji min re gotin dikarî piştî nîvro tev li bibî. Girtîgeha me ne li gorî asta darizandineke wiha ye. Dosyaya me, ya pêla duyemîn bû. Dosyaya sêyemîn tiştekî jê re digotin dosyaya HDP’ê ya darayî. TV’yekê wêneyên me, navên hevserokên me dan û got; ‘Di Doza Kobanê de dosyaya darayî hat amadekirin.’ TRT’ê ev yek bi zimanekî pir qirêjî kir. Dosya dan hevalên me, îdianame dan me tevekan. Di ketina girtîgehê de gotin ev çi ye. Ji me pirsiyan bê ka me ev çawa bi dest xistine û gotin mimkin nîne ku em van bidin we. Di TV’yekê de nûçeyên derheqê dosyaya darayî ya Kobanê derbas dibe lê em nikarin xwe bigihînin wê dosyayê. 
 
Dijminatî li kurdan tê kirin lê dengê xwe ji vê re nakin
 
Gelo em ê çi bi nûçeyên derheqê me de tên çêkirin, bikin. Tevahiya wan agahiyan rast nînin. Derheqê me de agahiyên xelet belav dikin. Dozger beg derheqê me de hemû belgeyan li ser înternetê kom dike lê em nikarin xwe bigihînin belgeyên di dosyaya xwe de. Derewên li ser medyayê serbest in lê gotinên me qedexe ne. Dijminatî li kurdan tê kirin lê dengê xwe ji vê re nakin. RTÛK jî radizê. Ev du sal in hûn hewl didin li ser van fezlekeyan me bidarizînin. 
 
Pirtûkên li mala min hatin dîtin weke delîl li dosyayê hatine zêdekirin. Siyasetmedar ji ber ku pirtûkan dixwînin tên darizandin. Di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo wê pirtûkê spasî hatibû kirin. Mamoste Şebnem ku em demekî dirêj bi hev re xebitîn, hatiye girtin. Bi vê rewşê xemgîn bûm. Lê mixabin em di rewşeke wiha tarî de ne. Em ê van rojên tarî derbas bikin. Me bi salan di siyasetê de têkoşîna kotayê da. Niha jî daraz derheqê jinan de dosyayan amade dike. Me ew kota derbas kiriye. Em ji bo yekitiyê siyasetê dikin û tên darizandin lê yên ku civakê li dijî hev sero dikin bi rehetî digerin. Derheqê me de tenê li ser ‘terorîst e’ nûçe tên çêkirin lê em di serdema teknolojiyê de ne. Ez têm înkarkirin lewma di siyasetê de cih digirim. Ev nêzî 2 sal in tu delîl neketine dosyayê. Hûn neçarin ku vê dosyayê bi dawî bikin. Di îdianameya doza darayî ya Kobanê de Ahmet Altûn hinek xebitî ye. Ji bo pênaseya kadroyê 100 rûpel veqetandine lê yek hevalê/a me ne li gorî vê pênaseyê ye. Di vê dosyayê de tenê tiştekî nû heye ku ew jî cih girtina min a di nava têkoşîna jinan de û parvekirina twîta navenda me ya giştî.” 
 
Şandeya dadgehê saetek û nîv navber da danişînê. 
 
 

Etîketan:

kobanê doz