50 sal cezayê girtîgehê li cerdevanê tecawizkar hat birîn

  • 14:20 20 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
 
WAN - 50 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li cerdevanê tecawizkar hat birîn Riski Okam ku li Şaxê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokeke 12 salî dikir, hat birîn. 
 
Cerdevanê tecawizkar ê bi navê Riski Okam, di sala 2021’ê de li navçeya Şaxê ya Wanê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokeke 12 salî dikir û hatibû girtin. Danişîna biryarê ya tecawizkar Riski li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Tecawizkar Riski, parêzerê wî, parêzerê zarokê û xizmên wê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parêzerên Baroya Wanê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR’ê û rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di danişînê de amade bûn. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Tecawizkar Riski, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest ku were berdan. Parêzerê zarok jî xwest ku Riski bi cezayê herî giran bê cezakirin. Piştî parastinan jî şandeya dadgehê biryara xwe da û bi sedema “îstîsmara zayendî ya biwesf” 50 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê da tecawizkar. Tecawizkar Riski, ji sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî beraet kir. 
 
Di sala 2021’ê de li Şax a Wanê zarokeke keç a 12 salî ji hêla cerdevan Riski Okam ve hat tecawizkirin. Piştî ku zarokê tiştên li wê hatin kirin bi mamosteya xwe re parve kir, bûyer hat zanîn û tecawizkar hat girtin. Piştre jî xizmên Riski zext li malbatê kir û jê xwestin ku gund biterikînin. Ji ber gefên malbata cerdevanê tecawizkar, malbat neçar ma ku ji gund koç bike.