Derbarê mêrê Fatma Altinmakas qetil kir de, mutala hat dayin

  • 15:03 6 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
AGIRÎ - Di doza Kazim Altinmakas ê ku Fatma Altinmakas qetil kir de mutala ne ji aliyê kuştina plankirî ji aliyê mirina bi qestî ya li dijî hevjîn hat dayin. Parêzerên Fatmayê diyar kirin ku kuştin bi saikê toreyê hatiye kirin û mutala qebûl nekir.  
 
Li Milazgira Mûşê di 14'ê Tîrmeha 2020'î de Kazim Altinmakas, jina pê re zewicî Fatma Altinmakas qetil kir. 10'emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin. Gelek sazî beşdarî rûniştinê bûn. Parêzerê Fatmayê Mir Bedirhan Ayaz li rûniştinê amade bû. 
 
Bersûs di dema parastinê de heqaret li yên derdorê kir. Heyeta dadgehê jî mudaxale nekir tenê heqaret derbasî qeydan kir. 
 
Heyeta Dadgehê biryara navberê nas kir û ji bo amadekirina parastina berfireh a parêzeran dem da. Rûniştin taloqî 3'yê Mijdarê hat kirin.