Ceza dan Belgîn Dîken a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin

  • 15:43 4 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Li Hevşaredara Yenîşehirê Belgîn Dîken a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin 6 sal û 3 meh ceza birîn.
 
Daneşîna biryarê ya doza ku Hevşaredara Yenîşehira Amedê Belgîn Dîken a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jê tê darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Li daneşînê parêzera Belgînê Ferîde Laçîn amade bû. 
 
Dozger ceza xwest
 
Makamê îdayê mualaya xwe ya daneşîna beriya vê dubare kir.
 
Parêzera Belgînê Ferîde Laçîn jî di parastina ku nivîskî da dadgehê de got ku xebatên muwekîla wê di çarçoveya xebatên partiyên siyasî de ne û beraeta muwekîla xwe xwest.
 
Dadgehê jî sûcdariyên derbarê Belgînê de qebûl kirin û 6 sal û 3 meh ceza lê birî.