Êrişa zayendî li Leyla Aydemir hatiye kirin

  • 09:19 11 Sibat 2021
  • Hiqûq
AGIRÎ - Leyla Aydemir li gundê xwe winda bûbû û 18 roj şûnde mirî hatibû dîtin. Li gor rapor Tipa Edlî ya Leylayê de hatibû gotin ku êrişa zayendî lê nehatiye kirin. Lê belê Parêzer û Şêwirmenda Hevserokatiya Giştî ya UCIM'ê Ayşegul Aydogan diyar kir ku êrişa zayendî li Leylayê hatiye kirin. 
 
Li Gundê Bezirganê yê Agiriyê di 15'ê Hezîrana 2018'an de Leyla Aydemir a 4 salî winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Di rûniştina biryarê ya 13'cotmehê ya doza têkidlarî qetilkirina Leylayê de li bersûc Yusuf Aydemir cezayê muebetê hatibû birîn. 
 
Li gor rapora hatibû amadekirin hatibû gotin êrişa zayendî li Leylayê nehatiye kirin. Lê belê li gor Rapora Tipa Edlî ya do derket hat diyarkirin ku êrişa zayendî li Leylayê hatiye kirin. Parêzer û Şêwirmenda Hevserokatiya Giştî ya UCIM'ê Ayşegul Aydogan diyar kir ku êrişa zayendî li Leylayê hatiye kirin. 
 
'Zarok tenê birçî nehat hiştin'
 
Seroka UCIM'ê Saadet Ozkan li ser hesabê xwe yê twittirê wiha got:"Divê demildest ev doza li dereke hîn ewle bê dîtin. Em naxwazin ev doz bê girtin. Divê kesên ev tişt bi Leylayê kirine berdêla vê jî bidin. Zarok tenê birçî nehat hiştin di heman demê de êrişa zayendî lê hat kirin."