Doza nûçegihana me Melîke Aydin dê sibêhê bê dîtin

  • 11:09 10 Sibat 2021
  • Hiqûq
ÎZMÎR - 2'yemîn danişîna doza nûçegihana me Melîke Aydin dê sibêhê bê dîtin. 
 
Sibêhê 2'yemîn danişîna doza nûçegihana me Melîke Aydin bê dîtin. Melîke ji ber ku derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatî destpêkirin, çalakiyên Çiyayên Kazê û çalakiyên jinan ên derbarê kuştinan jinan de çêkiribû di 12'yê mijdara 2019'an de bi hinceta "Li ser navê rêxistinê kar dike" hatibû girtin. Di 30'ê çileya 2020'an de serbest hat berdan. Danîşîn dê li 2'yemîn Cezayê Giran a Bayrakliyê bê dîtin.