18'emîn rûniştina doza Komkujiya Pirsûsê hat dîtin

  • 13:23 9 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
RIHA - 18'emîn rûniştina doza têkidlarî qetilkirina 33 kesên li Pirsûsê ya didome hat dîtin. 
 
Di 20’ê tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li hemberî kesên ku ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li ber Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn, êrişeke bombeyî pêk anîbû û di êrişê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn. 18’emîn danişîna doza ku têkildarî êrişê hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Parêzerê malbatan Serdil Îzol û parêzerên girêdayî Baroya Rihayê tevlî danişînê bûn. Bi hinceta pandemiyê kêm kesî girtin eywana danişînê. Bersûcê êrişê Yakûp Şahîn ku di dosyayê de ew tenê girtî tê darizandin, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.  Li aliyê din hat dîtin ku heyeta dadgehê ya li dosyayê dinêre careke din hatiye guhertin. 
  
Danişînê bi parastina parêzerên malbatê dest pê kir. Parêzer Serdar Îzol, bertek nîşanî redkirina daxwazên wan ên ji aliyê heyeta dadgehê ve da û ev tişt got: “Binêrin di navbera belgenameyên ku li dosya doza Komkujiya Garê û li vê dosyayê hatine barkirin de nakokî hene. Em daxwaz dikin ku Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ku navê wan di tapeyên dosyaya Komkujiya Garê de derbas dibin li dosyayê bên zêdekirin.”
 
Serdar, pirsa ku heta niha çima Azzo Halaf Suleyman El Aggal ku Wezareta Karên Hundir wî weke peydakarê bombeye pênase kiribû li dosyayê nehatiye zêdekirin kir û xwest ku ji bersûc Yakûp Şahîn bê pirsîn ku Azzo Halaf Suleyman El Aggal nas dike ya na. Li ser vê yekê bersûc Yakûp bersiv da û angaşt kir ku Azzo Halaf Suleyman El Aggal nas nake.
 
Heyeta dadgehê piştre mafê axaftinê da bersûc Yakûp. Yakûp angaşt kir ku sûcdariyên li wî tên kirin bê bingeh in û daxwaza beraeta xwe kir. Piştî parastinan heyeta dadgehê daxwazên parêzerên malbatan qebûl kir û biryar da ku mînakeke tapeyên Îlhamû Balî û Denîz Buyukçelebî bê xwestin, ji MÎT û Wezareta Karên Hundir bê pirsîn ku derbarê girtina Balî û Buyukçelebî de xebateke wan heye ya na û îfade û qeyda lêpirsînê ya Azzo Halaf Suleyman El Aggal li dosyayê bê zêdekirin. 
 
Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Yakûp Şahîn da û danişînê taloqî 27’ê gulanê kir.