Gumanbarê Pelda qetil kir, ji sûcê destdirêjiyê hatiye beratkirin

  • 09:08 8 Sibat 2021
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hat diyarkirin ku gumanbar Huseyîn Oruç ê Pelda Karaduman qetil kiriye, ji sûcê destdirêjiyê berat kiriye. Parêzer Merva Demîrcan diyar kir ku Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê îtîrazî vê biryarê kiriye.
 
Li Amedê Huseyîn Oruç, bi alîkariya xizmê xwe Şahîn Oruç, Pelda Karaduman, revandibû. Li Peldayê tecawiz hatibû kirin û bi mehra olî hatibû zewicandin. 6 salan jî Huseyîn Oruç tecawizî Peldayê kir û şîdet lê kiribû. Pelda herî dawî di 2017’an de ji aliyê Huseyîn Oruç ve hat qetilkirin. Sê sal piştî bûyerê li ser zextên malbatê doz hat vekirin. Huseyîn Oruç li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin û ne ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’, ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ ceza lê hat birîn. Her wiha dadgehê gumanbar bi ‘daxistina tahrîka neheq’ xelat kir û ceza daxist 18 salan. Parêzerên malbata Peldayê îtîrazî ceza kirin û dosya birin îstînafê. 4’emîn runiştina dozê hat dîtin.
 
Ji parêzerên navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merva Demîrcan ku parêzera dozê ye, der barê dozê de axivî.
 
‘Me daxwaz kir ku li cihê bûyerê kifş bê kirin’
 
Mervayê wiha got: “Malbatê piştî îstînafê serî li Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê da. Darizandin pir xerab hatiye meşandin, di dosyayên wisa de divê li cihê bûyerê kifşkirin bê kirin lê ew jî nehatiye kirin. Delîlên ketine dosyayê pir zelal nînin. Di pêvajoya îstînafê de di runiştina duyem de em wek navend tevlî bûn. Em hewl didin kêmasiyan çareser bikin. Me daxwaza kifşkirinê kir û dadgeh jî dizane ku divê kifşkirin bê kirin.  Lê dadgehê biryar da ku divê emniyet kifşê bike. CD ya der barê lêkolîna cihê bûyerê li holê tune ye. Ev CD ji bo vê dozê gelek girîng e. Ji ber du gumanbar hene û îfadeyên wan li hev nakin. Dadgehê jî ev nakokiya di îfadeyan de ferq kir, di vî alî de pirs kirin.”
 
‘Divê Şahîn Oruç jî bê cezakirin’
 
Mervayê wiha berdewam kir: “Mehra fermî ya gumanbar Huseyîn û Peldayê tune ye. Dema mehra fermî tune be di qanûnê de jî wek ‘ji qestî hevjîn kuştin’ nayê nirxandin. Her wiha em dinêrin gumanbarê din Şahîn Oruç jî di hemû bûyeran de ligel Huseyîn Oruç e. Ew jî gumanbarê hevkar e. Dadgeha vê qebûl neke jî li gorî me divê bê cezakirin.”
 
Merveyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pelda di 13 saliya xwe de ducanî maye. Ev gihiştiye merciyên edlî û doza cemawerî hatiye vekirin. îfadeyên Peldayê yên li emniyet û dadgehê diguherin. Dema em li vê binêrin tê dîtin ku Pelda di bin tirs û tehdîdê de ye. Tevî di rapora saziya tipa edlî de tê ducanîbûna Peldayê cih digire jî ji aliyê dadgehê ve cezayek nehatiye dayîn. Gumanbar Huseyîn Oruç gotiye ku wî nizanibû 13 salî ye, gotiye qey 18 salî ye.Dadgehê gotiye ku daxwaza Peldayê hebûye û ji ber vê ceza nayê dayîn û biryara beratê dide. Gelo daxwaza zarokek 13 salî çawa dibe ku heye?Gumanbar xizmê Peldayê ye, lê çawa dibe ku dibêje ji 18 salî mezintir e? Naveda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi dosyaye re ji nêz ve eleqeder dibe.”