Ji bo gumanbarê îstîsmarê 30 sal ceza

  • 09:05 4 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Remzî Gulser ê ku êrîşa zayendî li hember zaroka xwe pêk anî û ew tehdît kir,  30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û cezayê wî nehat kêmkirin.
 
Remzî Guler ê li navçeya Baglar a Amedê di navbera salên 2016-2019’an de li hember zaroka xwe îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî. Li ser gilîkirina dayika zarokê di 12’ê Adara 2019’an de Remzî Gulser hat binçavkirin û di 13’ê Adara 2019’an de ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ve hat girtin. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gûmanbar de ji sûcên "bi awayekî sîstematîk li hember zaroka ji 12 salî biçûktir êrîşa zayendî", "Kes ji azadiyê bêpar hiştin" û "Bi awayekî sîstematîk tehdîdkirinê" îdianame amade kir.
 
Zarok bi kuştinê tehdîd kir
 
Di îdianameya hat amadekirin de hat diyarkirin ku îfadeya zarokê ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ve hatiye girtin û zarokê diyar kiriye ku gumanbar êrîşa zayendî lê kiriye  û ji bo ji kesî re nebêje jî ew bi kuştinê tehdîd kiriye. Herwiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku dayikê rewş ji zaroka xwe fêr bûye û li ser vê gilî kiriye.
 
Remzî Gulser ê ku îfade da jî  bi hincetên pûç hewl da xwe biparêze û xwe bê sûc û gunehe nîşan bide.
 
Dozger cuda cuda ceza xwest
 
Dozger di îdianameyê de di encama delîlên hatine komkirin de bi îfadeya zarok û dayikê re, parastina gumanbar jî nirxand. Di îdianameyê de wiha hat gotin: “Di navbera 2016-2019’a de gumanbar li hember zaroka ji 12 salî biçûktir êrîşa zayendî pêk aniye, zarok tehdîd kiriye û zarok ji ber tehdîdan bûyer ji kesî re negotiye û bi sûcdariya 'tehdîda sîstematîk', 'êrîşa zayendî' ji bo doza cemawerî der barê gumanbar de bê vekirin delîl têr dikin.” Dozger heta 30 salî ceza xwest.
 
Îstînafê du caran biryar xera kir
 
Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û dadgehê ji bo gumanbar 30 sal ceza birî. 17’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê di 2020’an de du caran ji ber kêmasiyên usulê biryar xera kiribû.
 
Di runiştina dawî ya li îstînafê hat dîtin de ji gumanbar re 30 sal ceza hat dayîn. Her wiha dadgehê got ku cezayê hatiye dayîn jî wê neyê kêmkirin.