Bi salane biryarek têkildarî doza îstismara li Pasûrê nayê dayin

  • 09:08 3 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di rayagiştî de dosya ku wek dosya îstîsmara Pasûrê tê zanîn, bi salane biryarek jê derneket û gumanbar jî serbest tên darizandin.
 
Di navbera 13’ê Hezîrana 2014 û 21’ê Adara 2015’an de li navçeya Pasûr a Amedê zarokek rastî îstîsmara zayendî ya 86 mêrî hatibû û li ser gilîkirina zarokê der barê 60 mêrî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 10 kes jê hatibû girtin û der barê wan de îdianame hat amadekirin. îdianame ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatibû qebûlkirin.
 
Di çarçoveya îdianameyê de, raporên îşkence, derb û îstîsmara zayendî jî cih girtin. Yekem rûniştina dozê di 17’ê Çileyê 2017’an de hat dîtin û di rûniştinên dawî hatin dîtin de hemû gumanbar hatin berdan.
 
Hemû gumanbar bi tahliyê hatin xelatkirin
 
Der barê 21 kesî de doz hat vekirin û di nav de serokê Baskê Ciwanan a AKP’a navçeyê Mehmet (Îlhan) Kara jî hebû. Di rûniştina 27’ê Gulana 2017’an de 11 gumanbar hatin tahliyekirin. Her wiha biryara veşariyê li ser dosyayê hebû û gumanbarên din jî di rûniştina 21’ê îlona 2017’an de hatin berdan. Bi vî awayî hemû gumanbarên girtî hatin berdan.
 
Zarok ji wargehê reviya
 
Zarok ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ve hatibû parastin lê du caran ji wargehê reviya. Cara ewil dema reviya hat dîtin û dîsa anîn wargehê. 10 roj mabû ji rûniştina sêyemîn re dîsa reviyabû û tevlî rûniştinê nebûbû.
 
Dayikê ewil gilî kir piştre dest ji dozê berda
 
Dayika zarokê ewil der barê gumanbaran de gilî kir. Lê piştre ji malbatên gumanbaran zext dîtibû. Dayikê piştre di doza Tebaxa 2017’an de daxwazname şand ji dadgehê re û got ew kesî gilî nake, kesî nas nake û eleqeya wan bi bûyerê tune.
 
Doza ku ji 2017’an de didome biryara wê nehatiye dayîn. Di 2019’an de dihat payîn ku biryar bê dayîn lê heta 2021’ê berdewam kir. 
 
Rûniştina 21’ê Çileyê dîsa taloqî dîrokek din hat kirin.