Hat diyarkirin ku gûmanbarê êrîşa zayendî hatiye tahliyekirin

  • 17:11 2 Sibat 2021
  • Hiqûq
ŞIRNAK - Li gel ku hat diyarkirin çawîşê pispor Asalan a yê li dijî zarokê êrîşa zayendî pêk aniye hatiye tahliyekirin, di daneşîna biryarê ya ku îro hat dîtin de jî 2 sal û nîv ceza li Aslan a hat birîn.
 
Çawişê pispor Aslan A. yê li Şirnexê li hemberî zarokekê êrişa zayendî pêk anîbû,  hat zanîn ku bi sûcdariya “êrîşa zayendî” û “gefxwarina bi çekê” derbarê wî de du dosyeyên cuda hatine vekirin û herdu dosye di duyemîn daneşîna dozê de kirine yek.
 
Kiryar Aslan A. hat tahliyekirin
 
Li gor agahiyên ji parêzerê dozê hatin girtin hat diyarkirin ku malbata zarokê serlêdana xwe ya sûc paşve kişandiye û gûmanbarê çawişê pispor di 2'emîn daneşîna dozê ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Şirnexê hatiye dîtin de hatiye tehliyekirin. 
 
Her wiha daneşîna biryarê ya ya doza Aslan A. yê êrîşkar îro li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Şirnexê hat dîtin. Rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin jî negirtin hundir. Lê parêzerê zarokê  li salonê û parêzerê kiryar jî bi SEGBÎS'ê li daneşînê amade bûn.
 
Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê navberê da. Piştî navberê heyetê, derbarê Aslan A. de bi dûvfstiys "êrîşa zayendî" 2 sal û nîv ceza birî. .