Hevseroka HDP'ê yê Esenyurtê hat girtin

  • 16:49 31 Çile 2021
  • Hiqûq
STENBOL - Ji hevserokên DHP'ê ku 5 roj bûn di bin çavan de dihatin girtin Dîlan Kiliç piştî derxistin dadgehê hat berdan, Hevserok Ercan Saglam jî hat girtin. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Esenyurta Stenbolê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam ku piştî serdegitina avahiya navçeyê bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan a muduriyeta polîsan sewkî Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatibûn kirin. Hevserok ji wê jî bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatibûn kirin. 
 
Ji hevserokên îfadeyên wan hatin girtin Dîlan Kiliç bi şertê kontirola edlî hat berdan, Hevserok Ercan Saglam jî hat girtin.
 
Çi bibû 
 
Polîsan di 24'ê Çile de bi ser avahiya HDP'ê ya Esenyurtê de girtibûn û hevserokên navçeyê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam binçav kiribûn û dîsa berdabûn. Polîsan di 25'ê Çile de dîsa Hevserok Dîlan û Ercan binçavkiribûn û 6 rojan di bin çavan de man.