Destdirêjiya darazê ya li dijî Ayşe Gokkan: 83 binçavkirin, 215 doz

  • 09:08 30 Çile 2021
  • Hiqûq
AMED - Parêzera Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, Berfin Gokkan têkildarî girtina Ayşeyê de diyar kir ku muwekîla wê 18 celse ne tê darizandin, ji 18 celseyan 10 celse bi guhdarkirina şahidên nepen derbas bûne û ji 8 celseyan tenê 3 heb ji muwekîla wê re hatiye veqetandin. 
 
Rûniştina doza bi îdiaya "Rêveberiya rêxistinê","Endamtiya rêxistinê" li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Derbarê Ayşeya beşdarî rûniştinê nebû biryara girtinê hat dayin. Ayşeya di heman rojê de hat binçavkirin di 28'ê Çileyê de derket dadgehê û bi parêzeran parastina xwe kir. Piştî parastinê Ayşe şandin Girtîgeha Jinê ya Tîpa T a Amedê. 
 
Ayşeyê ji ber têkoşîna jinê ya bi ku salan e dimeşîne 83 carî hatiye binçavkirin û di derbarê wê de 215 doz hatiye vekirin û 600 carî çûye dadgehan û di nave rojekê de 17 carî çûye dadgehê. 
 
'Têkildarî amadekariyê tu biryar derneket'
 
Berfînê da zanîn ku dema ceza dan Ayşe li rûyê wê nexwendine û da anî ziman ku Ayşe bi îdiayên gumana mezin a sûc, reşkirina delîlan, xirakirina pergala cemaweriyê, dikare talûkeyê ava bike ew hatiye girtin. Berfînê da zanîn ku dadgehê ji bo Ayşe bê girtin biryar daye û wiha dewam kir:"Roja ku biryar hat dayin Ayşe kirin bin çavan. Di 28'ê Çileyê de jî anîn dadgehê û îfadeya wê girtin. Dosyaya ku parastina wê hatibû kirin jixwe du meh berê bi dosyaya din kiribûn yek. Du meh berê jî rûniştina wê pêk hat. Ne di biryara navberê de ne jî di tensiba dosyayên kiribûn yek de biryara divê Ayşe Gokkan amade be nehatibû dayin. Jixwe me ev yek ji dadgehê re gotibû. Di parastina wê ya dawiyê de vexwendname derneketibû."
 
'Hat xwestin lêkolîn dîsa bê kirin'
 
Berfînê bi lêv kir ku tenê delîl şahidê nepen e û wiha dewam kir:"Dema Ayşe di 2017'an de hatibû girtin hemû delîl di dosyayê de bûn. Ji xeynî wê hewce nedikir delîl bihata komkirin. Di biryara navberê ya rûniştinê de hatibû xwestin lêkolîn bê kirin ka gelo hesabên medyaya civakî ya muwekîla min heye yan na lê belê ev lêkolîn ji xwe berê jî hatibû kirin. Derketin û ketina derveyî welêt hat pirsîn. Dîsa ji 1991'ê ve dosyaya wê ya lêpirsîna rêwîtiyê heye. Vana hemû xemla ku dabûn dosyayê bûn. Derxistina biryara zevkirinê ya derbarê Ayşeyê de yek ji xemla dan dosyayê ye."
 
'Parastina AIHM'ê ji Tirkiyeyê xwestibû bê bersiv ma'
 
Berfînê da zanîn ku wan ji dadgehê re gotine hemû karên tên kirin eşkere ne û tevî yekê dema ku wekî hincet bên nîşandan ev ne rast e û wiha domand:"Jixwe bersiv nedan pirsên me. Tenê bersiv dosyaya dawî ya muwekîla min bû. Hat gotin ew ê têkildarî dosyaya du meh berê kribûn yek ew ê bê guhdarkirin. Ayşe Gokkan di parastina xwe de bi taybet anîbû ziman ew ê li vî welatî be û bi derekê ve naçe. Di heman demê de destdirêjiyeke darazê ji 2016'an de li dijî muwekîla min tê kirin. Lê belê ji aliyê AÎHM'ê jî tê gotin ku li dijî parêzvanên mafên mirovan tevgerek heye. Loma AÎHM'ê diyar kiribû ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan heye loma parastin xwestibû lê belê Tirkiyeyê dîsa parastin nekir. AÎHM'ê dîsa têkildarî dosyayên Selahattin Demirtaş û HDP'yiyên dinê de dabû zanîn ku girtina wan û hukmê têkildarî wan tê dayin siyasî ye."
 
'Armanc dîlgirtin e'
 
Berfînê diyar kir ku ji 2017'an ve raporên platformên hevpar ên mafên mirovan, rêxistina efûyê ya navneteweyî heye û di van raporana de tê gotin gelek mirov mafên wan hatine binpêkirin û wiha got:"Dadgehên herêmî mecbûr in biryarên AÎHM'ê bînin cih. Loma hewce nake ji yargitayê biçe dadgehên îstinafê. Ev bêhiqûqê dikarê ji holê bê rakirin. Di dosyayên berê yên 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de girtin ne bi hincet in. Loma ev di vir de dibînin ku armanc dîlgirtin e."
 
'Ez ê wekî hiqûqnasekê têkoşîna hiqûqê bidim'
 
Berfînê herî dawî ev tiş got:"Ayşe Gokkan parêzvana mafên mirovan û mafên jina ye. Ew li ser vê esasê têkoşîna xwe dide meşandin. Me ev yek ji dadgehê re jî diyar kir. Me îtiraza xwe li hem 9'emîn hem jî li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran kir. Îtirazên me hatin redkirin. Em ê dîsa îtiraz bikin û em ê dev ji vê yekê bernedin. Her carê muwekîla me tê binçavkirin. Ev nêzî sê salan e gelek zehmetî dît. Lê tevî vê yekê dîsa bi derekê ve neçû. Ez ê wekî hiqûqnasekê têkoşîna hiqûqê bidim."