Derbarê Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de biryara girtinê

  • 12:35 27 Çile 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Derbarê Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê hat dayîn. 
 
Daneşîna biryarê ya doza ku Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jê bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" hat vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Daneşîna ku Ayşe tevlînebû parêzerê wê Nevzat Karaaslan tevli bû.
 
Îfadeya şahidê nepen qebûl nekir
 
Parêzer Nevzat Karaasaln parastin kir û got ku ew îfadeya şahidên veşarî derbarê muwekîla xwe de qebûl nake.
 
Biryara girtinê hat dayîn
 
Piştî navbera kurt ku hat dayîn, heyeta dadgehê, di çarçoveya dosyayê de diyar kir ku delîlên şênber hene, nehatina Ayşe ya daneşînê hincet nîşan da û biryara girtina wê da.