Doza 7 jinên ku piştgirî dan Leyla Guven hat dîtin

  • 12:06 25 Çile 2021
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna doza 7 jinên ku xwestibûn piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla guven a 2018'an hat taloqkirin. 
 
Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Kanûna 2018;'an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven greva birçîbûnê dabû destpêkirin.  Bi hinceta ku piştgirî dane çalakiya Leyla Guven derbarê Hevseroka Berê ya SES'ê ya Amedê Gonul Adibellî, Sekretera Jinê ya SES'ê ya Amedê Rozerîn Çatak , Hevşaredara Hezroyê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Gulîstan Ektî, Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehirê Remziye SIzici, Aktîvîstên TJA'yê Ceylan Aslan  û Emîne Kaya bi dîaya "Endamtiya rêxistinê" doza ku li wan hatibû vekirin daneşîna wê ya 9'emîn li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Makamê îdayê di mutalaya ku da de diyar kir ku li gel qedexeya walîtiyê meş hatiye kirin û xwest ku her 7 jin ji xala qanûnê ya 2911 ya "civîn û meşê" bên cezakirin. Dozger ji ber ku delîlên şênber tune bûn ji sûcê "endamtiya rêxistinê" derbarê jinan de biryara beraetê da.
 
Heyeta Ddagehê daneşîn taloqî 10'ê Adarê kir.