Doza Hevşaredar Songul Erden hat taloqkirin

  • 13:47 20 Çile 2021
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Doza Hevşaredara HDP'ê ya Hezexê ku li şûna wê qeyum hat tayînkirin Songul Erden, taloqî 21'ê Nîsanê hat kirin.
 
Di derbarê Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya  navçeya Hezexê ya Şirnexê ku li şûna wê qeyum hat tayînkirin Songul Erden de bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin.  1'emîn daneşîna dozê li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.  Songul  bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû, lê parêzerê wê li daneşînê amade bû.
 
Daneşîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Heyeta dadgehê ji Songulê pirsên " Tu çima tevlî stêrk tv bûyî?, Çima tevlî taziyên PKK'yiyan bûyî?" pirsî. Songul parastina xwe kir û got wek hevşaredar tevlî hemû taziyan dibûm û beraata xwe xwest. Parêzerê wê Baran Nas jî parastinê kir û beraata muwekîla xwe xwest.
 
Doz hat taloqkirin
 
Piştî navbera hat dayîn, heyeta dadgehê doz taloqî 21'ê Nîsanê kir.