Hevşaredar Nîlufer û Gulistan nehatin tehliyekirin

  • 16:53 14 Çile 2021
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Daneşîna hevşaredarên HDP'ê Nîlufer Elîk Yilmaz û Gulîstan Oncu taloqê 1'ê nîsanê hat kirin û herdû hevşaredar nehatin tehliyekirin.
 
Danişîna doza hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û hevşaredara Savurê Gulistan Oncu ku piştî li şûna wan qeyûm hat tayîn kirin hatibûn girtin li Dadgeha 2'yemîn a Giran a Mêrdînê hat dîtin. Nîlufer û Gulîstan ji Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bûn. Parêzer, xizmên wan û rêxistina HDP'ê ya bajêr beşdarê danişînê bûn. 
 
Her du hevşaredarên ku ji kar hatine dûrxistin, bi hinceta "endamên rêxistinê ne" tên darizandin. Nilufer di danişînê parastina xwe kir û got: "Ez hevşaredara navçeyê me ku ji sedî 70'ê min deng girtiye. Ez niha ji hevşaredar im. Tenê 2 meh cezayê dûrxistinê dan min. Lê ev 13 meh in bi awayek bê hiqûqî ez têm girtin. Ji derveyê wê ji pirsgirêkên min yên tendirustiyê jî hene. Nexweşiyên min a kronîk hene. Ango zarokên min ên biçûk jî hene. Ez daxwaza tahliyeyê dikim."
 
Di danişînê de parêzerên Nilûferê wiha axivîn: "Ji bo qayûm tayîn bikin dosyayên bi vî rengî hatin amadekirin. Delegebûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), tevlîbûna greva birçîbûnê an jî piştgirî dayîna van çalakiyan ne sûc e. Ger sûc be demokrasî û zimanê me tê kelepçekirin. Wezîrê Karên Hindur beriya hilbijartinê ji diyar kir ku 'HDP çiqas şaredarî bigrin jî ew ê li şuna wan qayum werin tayîn kirin.' Ev nîşan dide ku ev cure çalakî tenê weke hincet tên nîşandan. Gulîstan û Nilûfer bê sûc in ji ber ku hevşaredarên HDP'yê ne tên girtin ku ev partî ji partiyek îlegal nîne. Lê ez niha bi gumanim ji rewşa me hemûyan. Yên ku xebata van partiyan kirine û yên deng dane wan endamtiya rêxistinê ceza dixwin."
 
Gulistan jî di parastina xwe de da zanîn ku bi awayekî bê hiqûqî tên darizandin û wiha bilêv kir: "Em hêj jî vîna gel temsîl dikin. Em bi cihekî ve ji narevin. Ji ber vê sedemê ji em tehliya xwe dixwazin."
 
Parêzerên Gulîstanê jî diyar kirin ku kesên îfade dane di eslê xwe de tune ne û ew bi awayek bê hiqûq tên girtin. 
 
Piştî hevşaredar û parêzer hatin guhdar kirin şandeya dadgehê danişîn taloqê 1'ê nîsanê kir.