Rûniştina Dozgîn Temo hat dîtin

  • 16:25 14 Çile 2021
  • Hiqûq
 
RIHA - Rûniştina doza derbarê Dozgîn Temo ya ji aliyê komên paramîlîter ên bi navê SMO ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû binçavkirin û anîbûn Tirkiyeyê, hat dîtin.  
 
Rûniştina 5’emîn a Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ya ji aliyê komên paramîlîter ên bi navê Artêja Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ve di dema şer de, li Gundê Mişrefa ya girêdayî bajarê Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû binçavkirin, dûre anîbûn Tirkiyeyê û hatibû girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. 
 
Dozgîn beşdarî rûniştinê nebû û parêzerê wê jî hincet nîşan da bû û beşdar nebû. 
 
Li şûna şandeya esil, şandeyeke demborî danişîn bi rê ve bir. Şandeyê li ser dosyayê biryar da û rûniştin taloqî 23’yê Adarê kir. 
  
Di rûniştina derbasbûyî ya 22’yê Cotmeha 2020’an hat dîtin de, dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kiribû û xwestibû cezayê muebeta giran li Dozgîn bê birîn.