Rûniştina Rojnameger Rûken Demîr hat taloqkirin

  • 15:04 14 Çile 2021
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - 4'emîn rûniştina doza Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr hat dîtin. Heyetê rûniştina dozê dîsa taloq kir. 
 
4'emîn rûniştina doza Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Rûken Demîr, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta bi çavkaniyên xwe re hevdîtin kiriye bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" doz vekiribû. Rûken di 26'ê Mijdara 2019'an de hatibû girtin û di danişîna ewil a 6'ê Adarê de hatibû bertan. Dozgeriyê di danişînê de dosya materyalên dijîtal ku polîsan desteser kiribû lêkolîn kirin û pêşkêşî heyetê kirin. 
 
Di rûniştinê de Rojnameger Rûken de, îdeayên der barê xwe re red kir. Parêzerê Rûken, Zafer Încîn xwest biryara qedexeya dervê welat û kontrola edlî bê rakirin. Zafer herî dawî xwest Rûken berat bike. 
 
Heyetê piştî parastinê daxwaza beraetê û konrola şertê adlî red kir û dîsa biryar da ku kontrola edlî bidome. Dîsa biryar da ku harddisk û materyalên din bên lêkolînkirin. Heyeta dadgehê danişina dozê taloqî 23'ê Sibatê kir.