Bersûcê êrîşa zayendî hat tehliyekirin

  • 17:24 13 Çile 2021
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Bersûcê êrişa zayendî Osman Ç. ku destdirêjî zarokek kiriye ji hêla dadgehê ve hat tehliyekirin. 
 
Di 2'yê tîrmeha 2020'an de Z.Ç (17) ji Swêdê ji bo serdanê hatibû navçeya Qosera Mêrdînê û li vir ji aliyê mamê xwe Osman Ç. (28) ve bi êrişa zayendî re rûbirû mabû. Danişîna yekem îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê hat dîtin. Bersûc Osman Ç., ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerên zaroka 17 salî jî di dinişînê de amade bûn.
 
Her wiha ji Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Mêrdinê û parêzerên Komeleya Têkoşîna li Dijî Êrişa Zayendî ya Mamoste Saadetê xwestin tevlî danişînê bibin lê ji hêla şandeha dadgehê ve tevlîbûn hat redkirin.
 
'Em daxwaza darazandinê dikin'
 
Xuşka Z.Ç, Pervîn di danişînê de îfade da û got: "Xwişka min piştî ku hat gel min rewşa wê ne baş bû. Her roj Osman Ç. û xwişka wî bi rêya telefonê li xwişka min digeriya. Ez ji wê rewşê matmayî mam. Ji ber ku Osman Ç. beriya niha jî ji ber bûyerekê îstismarê hatibû birîndar kirin. Piştî demek kurt bi israra min xwişka min  bûyerê ji min re got. Xwişka min got Osman Ç. derman daye wê û tecawizê wê kiriye. Ez fêrbûm ku Osman û malbata wê gef li xwişka min kiriye. Ez daxwaz dikim Osman Ç.û malbata wê bên darizandin." 
 
Piştî îfadeyên şahidan dozgerî mutalaaya xwe da û li gorî delîlên hatî kom kirin û sûcên ku pêk hatî daxwaza cezayê herî giran û daxwaza domandina girtina bersûc kir. Piştre jî parêzêr mafê axaftinê girt û daxwaza cezayê kir. 
 
Parêzerê Osman Ç. daxwaza serbestberdana wî kir. Şandeya dadgehê ji bo Osman Ç. xwe biparêze dem hat dayîn û bi hinceta ku "Êdî nikare delîla reş bike û şiga revîna wê tune ye " biryara tehliyeya wî da. 
 
Danişîn jî taloqê 5'ê gulanê hat kirin.