Daneşîna doza Mulkiye Esmez taloq kirin

  • 10:52 13 Çile 2021
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna 5’emîn a hevşaredara Dêrikê ya HDP’ê Mulkiye Esmez ku li Şûna wê qeyûm hat tayînkirin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.  
 
5’emîn Daneşîna  Doza Hevşaredara navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya HDP'yî  Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre jî bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Mulkiye ya ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tarûsê tê girtin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bû, malbat û parêzerên wê li daneşînê amade bûn.
 
Mulkiye ya ku ji ber xebatên xwe yên piştî şaredarî bi dest xist li ser îdayên şahide veşartî tê darizandin îdayên derbarê xwe de red kirin. 
 
Parêzerê Mulkiyeyê jî diyar kir ku Muwekîla wî 17 meh in bi awayê dijqanûnî hatiye girtin, pirsgirêkên muwekîla xwe yên tendirustiyê bi bîr xistin û daxwaza tahliyeya wê kir. 
 
Parêzerê duwem jî îfadeya îdayên şahidên veşartî xwend û diyar kir ku hindirê wê vale ye. Ev ji lekeyek reş a ji bo dadgehê ye divê were paqijkirin.
 
Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Mulkiyeyê bidome û daneşîn taloqî 5'ê Adarê kir.