Hat îdakirin ku wesayita zirxî ya Efe qitil kir 'xirabe' bûye

  • 14:30 12 Çile 2021
  • Hiqûq
AMED - Hat îdîakirin ku kameraya wesayîta zirxî ya li Efe Tektekîn ê 5 salî xist û kuşt xirabûyî bûye. Midûriyeta Polîsan li şûna dîmenên aşkere yên cihê bûyerê, qeydên mobeseyê yên cihê bûyer lê xuya nekin ji dadgehê re şandin. 
 
4’emîn danişîna doza darizandina ajokarê maşîneya zirxî polîs Î.A yê di 11’ê Îlona 2019’an de li ser Kolana Emek a Navçeya Rezan a Amedê zarokê 5 salî Efe Tektekîn perçiqand û bû sedema mirina wî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Polîsê bersûc û parêzerê wî, bi parastina polîsan ketin eywana danişînê. Parêzerê malbata Efe Sedat Çinar, dayik û bavên Efe Nazime û Ahmet Tektekîn û ji parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Kubranûr Kartal di danişînê de amade bûn. 
 
'Kamera xirabûyî bû’
 
Şandeya dadgehê di danişîna derbasbûyî de, biryara da bû ku Miduriyeta Polîsan a Amedê wêneyên li cihê bûyerê hatibûn girtin, qeydên mobesayê û qeydên kameraya wesayîta zirxî ji dadgehê re bişîne. Miduriyeta Polîsan li ser biryara dadgehê, wêneyên li cihê bûyerê hatibûn girtin û qeydên mobesayê ji dadgehê re şandin û îdîakir ku kameraya wesayîta zirxî xirabûyî bû û ji ber vê qeydên wê neşandine.  
 
Parêzerê bersûc, di parastina kir de, îdîa kir ku muwekîlê wî bêsûce û xwest raporeke nû ya pispor derbarê bûyerê de bê amadekirin. 
 
Dîmen neşandin
 
Parêzer Kubranûr Kartal a li ser navê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê tevlî danişîn bû jî parastinên xwe yên berê dûbare kirin û xwest mudaxilê dozê bibe.
 
Parêzerê malbata Efe Sedat Çinar jî parastin kir û wiha got: “Qeydên mobesayê yên bi awayekê zelal cihê bûyerê nîşan didin hene. Lê Miduriyeta Polîsan ev qeyd ji dadgehê re neşandine. Baweriya me bi danayên Miduriyeta Polîsan nayê. Em dixwazin bê tespîtkirin ku kameraya wesayîta zirxî çi demê xirabûye. Em dixwazin şahidên bûyerê bên guhdarkirin.”  
 
Şandeya dadgehê, daxwaza mudaxilbûna dozê ya Baroya Amedê qebûl kir. Şandeya dadgehê biryara berhevkirina delîlan ku di dosyekê de werin komkirin da û danişînê taloqî 27’ê Nîsanê kir.