Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin

  • 14:22 7 Çile 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Îddîanameya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê ve hat qebûlkirin. 
 
Îddîanameya derbarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kesan de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Bi hinceta “Xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat” û 37 caran “kes kuştin” cezayên zîndanê tê xwestin.  Dadgehê hêj guncavdîtin nekiriye û dîroka danişînê diyar nekiriye. Parêzer hewl didin xwe bigihînin îddîanameya ku hatiye amadekirin. 
  
Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 27 siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînê de girtî ne. 
  
Desteya Dadger û Dozgeran (HSK), Ahmet Akça tayînî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kiribû. Ahmet îro çû Qesra Edaletê ya Enqereyê û wek karê wî ewil erêkirina dosyeya “Lêpirsîna Kobanê” ya ku hatibû amadekirin da ber xwe û pejirand. 
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22’yê kanûna 2020’an de derbarê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdana tavilê dabûn.