Ji bo çawişê pispor 17 sal ceza hat xwestin

  • 11:36 5 Çile 2021
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê çawişê pispor Aslan A. de îdîaneme amade kir û derbarê wî de 17 sal ceza xwest. 
 
Derbarê çawişê pispor Aslan A. ku di 14’ê tîrmeha 2020’an de li navenda Şirnexê li hemberî zaroka 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû de îdianame hat amadekirin. Di îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin de dîmenên kêliya êrişê cih girtin û bi awayekî hûrgilî qewimînin piştî êrişê hatine vegotin. Di îdîanameyê de bi sûcdariya “îstismara zayendî ya li hemberî zarok” û “gefxwarina bi çekê” ji bo çawişê pispor Aslan A. heta 17 salan ceza hat xwestin.
 
Îdîanameya ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Şirnexê ve hat qebûlkirin. Wê danişîne yekemîn a dozê di 2’yê sibatê de bê dîtin.