Herdu dozên Eren Keskîn kirin yek

  • 13:38 24 Kanûn 2020
  • Hiqûq
STENBOL - Dosyayên dozên ku Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi “Endamitiya rêxistinê” dihat darizandin kirin yek. 
 
Duyemîn rûniştina doza Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a ku ji ber parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî wek “endamtîya rêxistinê” hatibû sûcdarkirin li 39’emîn Cezayê Giran a Stenbêlê hate dîtin. Erenê beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê ji bo parastina wê li dadgehê amade bû. 
 
Dosyaya ku di danişîna îro de hatibû dayîn bi dosyaya doza ku di dadgeha 13’emîn Cezayê Giran a ku bi heman sûcî dihat darizandin  kirin yek.
 
Wê dosya di Dadgeha 13’emîn a Cezayê Giran de bê domandin.