Doza Rojbîn Çetîn û Yildiz Çetîn hat taloqkirin

  • 13:00 24 Kanûn 2020
  • Hiqûq
WAN - Rûniştina doza Rojbîn Çetîn û Yildiz Çetîn ên kiribûn yek bi hinceta ji bo li şahidan bê guhdarkirin hat taloqkirin.
 
Rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Erdîşê ya qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin Yildiz Çetin, Aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevil Rojbin Çetin ên bi idiaya "Endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin hat dîtin. 4'emîn rûniştina doza Rojbîn û Yildiz bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yildiz û Rojbîn bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûn. Parlamenterên HDP'ê, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Sezai Temellî, Cîgirê Hevserokatiya ji Komisyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Umit Dede beşdarî rûniştinê bûn. Parêzerên Yildiz û Rojbînê amade bûn. 
 
Parêzeran parastin kirin û xwestin muwekilên wan bên tehliyekirin. 
 
Heyeta dadgehê bi hinceta ji bo li şahidan bê guhdarkirin rûniştin taloqî 11'ê Adara 2021'ê hat kirin.