Doza kesên beşdarî bîranîna Roboskiyê bûbûn hat taloqkirin

  • 11:54 23 Kanûn 2020
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Ji ber ku beşdarî bîranîna Roboskiyê bûbûn derbarê 16 kesî de bi îdiayan "Propagandaya rêxistinê" doza hatibû destpêkirin. Rûniştina biryarê ya dozê ji bo ewraq bê temamkirin hat taloqkirin. 
 
Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê” kirine, derbarê 16 xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de doz hatibû vekirin. 3’emîn danişîna dozê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Ji ber kêmaniya ewraqan danişîn taloqî 5'ê nîsanê hat kirin.