Derbarê Leyla Guven de biryara girtinê

  • 12:14 21 Kanûn 2020
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina biryarê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de 22 sal û 3 meh ceza hat dayin. Derbarê Leylayê de biryara girtinê hat dayin. 
 
10'emîn rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bi hinceta "Endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Leylayê Cemile Turhalli, Serdar Çelebi û Şivan Cemil Ozer li rûniştinê amade bûn. 
 
Parêzeran di rûniştinê de xwestin dem bê zêdekirin lê ev xwestek hat redkirin.
 
Heyeta dadgehê ji bo Leylayê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û biryara girtinê da.