Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş serbest hat berdan

  • 16:22 18 Kanûn 2020
  • Hiqûq
AMED - Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş ku bi îdîya “endama rêxistinê” hatibû girtin serbest hat berdan.
 
Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk ( KCD) Jiyan Taş ji ber çalakîyên KCD’ê û bi îdîaya “ endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Dirûşmeya doza ku li ser van îdîayan hatibû vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê  Giran a Amedê hate dîtin. Dirûşmeya ku Jiyan Taş bi sîstema ( SEGBÎS ) tevlî bû tevî beşdariya parêzerê wê Mahmût Vefa û Seda Sezgîn domîya. Jiyan Taş bersivên xwe bi kurdî da. 
 
‘Hemû endamên komelê wek terorîst îlan dikin’
 
Li gel van parêzer Mahmut Vefa bal kişand ser vî tiştî û bi lêv kir ku dadgeh dixwazin kesên bûne endamê KCD’ê wek 'tererost' bidin îlankirin û di vê çarçoveya  lêpirsînên KCD’ê de nêzî 30 kes hatine binçankirin û ji van hinek jî hatine girtin. Piştî van gotinan parêzer Mahmut Vefa ji dadgehê xwest ku Jiyan Taş bê berdan. 
 
Dozger navber day dirûşmê
 
Piştî parastina Parêzer Mahmut Vefa heyeta îdîayê 5 deqeyan navberek da dirûşmê. Navber bi xwestina Dozger hat dayîn. Hat ragihandin ku dozger di derheqê Jiyanê de bi îdîaya “ endamtîya rêxistinê” ji 7 û nîv salan heta 15 salan ceza xwestîye. 
 
Piştî navberê parêzer Seda Sezgîn parstin kir û xwest ku kontrola edlî bê bikaranîn û  Jîyanê berdin.
 
Piştî navbera ku hat dayîn dozger bi şerdê kontrola edlî biryara berdana Jiyanê da.
 
Dadgehê, daneşîn taloqî 17'yê Sibata 2021’ê kir