Doza Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek hat taloqkirin

  • 13:28 14 Kanûn 2020
  • Hiqûq
AMED - Doza bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" li aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek hatibû vekirin hat taloqkirin. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek di çarçoveya lêpirsîna  Komeleya Jinê ya Rosayê de hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. 3'yemîn rûniştina doza bi idiaya  "Endamtiya rêxistinê" li Gulcîhanê hatibû vekirin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gulcîhanê beşdarî rûniştinê bû. 
 
Beyanên şahidê veşartî "Fîrarî" û muzekkereya ji 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû nivîsandin kirin dosyayê. 
 
Meqama îddiayê ya anî ziman dosye temam bûye mutaala pêşkeşî dadgehê kir. Dozger li ser beyanên şahidê veşartî diyar kir ku Gulcihanê talîmatên KCK'ê de bi cih anîye û beşdarî civînên TUHAD-FED'ê bûye û di nava TJA'yê de dixebite.
 
Di Mutaalayê de hat gotin Gulcihanê endama KJA'yê ya bi KHK'ê hatiye girtine û beşdarî daxuyaniyên çapemeiyê, civînan bûye û ji bo wê ji 7 salan heta 15 salan ceza hat xwestin. 
 
Gulcîhana ku parastina xwe bi Kurdî kir mutalaa qebûl nekir û berata xwe xwest. 
 
Piştî navbera kurt heyeta dadgehê ji bo Gulcihan û parêzerên wê li dijî mutaalayê parastina xwe bikin rûniştineke din taloqî 31'ê Adara 2021'î kir.