Di dosyayên derbarê pêkanînên li Cizîrê de 5 sal in pêşketin tune ye

  • 09:03 14 Kanûn 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve û komkujiyên li Cizîrê re 5 sal derbas bûn û der barê komkujiyê de gelek dosya bi hinceta ‘ne li gorî hiqûqê ne’ bi biryara neşopandinê bi encam bûn.
 
Walîtiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê qedexeya derketina derve îlan kir û qedexe 79 rojan hat berdewamkirin. Qedexe di 2’yê Adara 2016’an de bi dawî bû û di êrîşên ku didema qedexeyê de pêk hatin nêzî 300 kesî hatin qetilkirin. 177 kes di bodruman de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin şewitandin. 92 kes bêyî nasnameyên wan bên aşkerakirin li goristana bêkesan hatin definkirin.
 
Di seranserê pêvajoya qedexeyê de destûr nehat dayîn ku tu rojnameger, siyasetmedar, sazî û dezge bikevin Cizîrê. Taxên Cizîrê hatin topebarankirin û koçberî li şêniyên Cizîrê hat ferzkirin. Lê tevî zextan şêniyên Cizîrê mal û axa xwe terk nekirin.
 
Pêvajoya darazê
 
Li dijî komkujî û binpêkirina mafan di 2015-2016’an de ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek serlêdan hatin kirin û hat xwestin ku ji bo pêşî li binpêkirina mafan bê girtin, biryarên tedbîrê bên girtin. DMME’yê li gorî xala 41’ê ya rêziknameya hundir biryar girt ku serlêdan bên destgirtin. DMME’yê di encama vê biryarê de der barê 34 serlêdanên hatine kirin de ji Tirkiyeyê parastin xwest û diyar kir ku wê di rojên pêş de der barê kesên serlêdan kirine de biryarê bidin.
 
Nêrîna dadgeha li dijî binpêkirinan
 
DMME’yê di meha tîrmehê de biryara rûniştinê da. Lê dadgeh li şûna ji bo hemû dosyayan rûniştinê bike, du dosya hilbijart û nîqaşên esas û usulê yên ji bo her du dosyan ji bo hemû dosyayên din pêk anî. Dadgehê diyar kir ku wê di ser dosya Omer Elçî û Orhan Tunç re van bike. Ji Ewropa û Tirkiyeyê gelek nûnerên mafên mirovan û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Komkujiya bi destê dewletê li Cizîrê hat kirin yekem car li dadgehek navneteweyî hat nîqaşkirin. Dewletê yekem car der barê komkujiyên li Cizîrê de parastin kir û raporek parastinê ya ku xwe mafdar didît pêşkêşî dadgehê kir.
 
Cenazeyên winda
 
Heta niha  navê14 kesên ku cenazeyên wan winda ne wiha ye: Ferîde Yildiz, Sakîne Durmîş, Mardîn Çelebî, Hacer Arslan, Osman Gokhan, Hûseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susin, Alî Aslan, Cemal Pûrlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mustafa Keçanlu û Emrah Aşkin.
 
‘Em texmîn dikin ku di 2021’ê de encam derbikevin’
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) ku dosyeyan dişopînin, derbarê dosyeyan de wiha gotin: “Dewletê di warê rastiya kesên ku di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji destdan de berpirsiyarî negirt. Di hemû dosyeyan de derbarê kesên jiyana xwe destdane de dixwazin şahid, şahidên veşarî û girtnameyên lêkolînên arşîvan  klîmalîze û terorîze bikin. Armaca wan ew e ku ser dosyeyan bigirin. Heta niha di hemû dosyayên ku hatin girtin de me ev nêzîkatî dît. Ev nêzîkatî ne bi tenê ji aliyê dozgeran ve, her wiha di îtîrazên ku me li dadgehên bilind, dadgehên îdarî û dadgeha ceza ya sulhê kir de jî heman nêzîkatî derketin holê. Dosyeyên ku me birine DDB’ê em nizanin wê derbarê wan de çi biryar bê dayîn. Lê em texmîn dikin ku di sala 2021’ê de encam derbikevin. Ev biryar ji vê hêlê ve girîng e; dema qedexeya derketina derve berdewam dikir dosyeyên ku ji Cizîrê çûne DMME’yê, DMME'yê derbarê wan de  biryara ‘nayê qebûlkirin’ da û biryara ku divê  dosye bi awayekî rêk û pêk bên lêkolînkirin dabû. Em ê bibin şopdarên dosyeyên ku berdewam dikin. Ne bi tenê Cizîr, her wiha heman rewş di warê dosyayên li Nisêbîn, Hezex, Silopî û Şirnexê jî de derket holê.”
 
'Em ê îtîrazên xwe bidomînin'
 
Parêzerên OHD’ê destnîşan kirin ku di dosyeyên lêpirsînê de ji bo kiryar bên dîtin tu gav nayên avêtin û wiha gotin: “Heta niha dozgeriyê derbarê derbarê tu dosyayan de lêpirsîn nekiriye û veneguherandine îdanameyê. Ji bo kiryar bên darizandin tu hewldan nayên kirin, berovajî wê ji bo ser dosyeyan bê girtin di nava hewldanan de ne. Lê di aliyê hiqûdî de  em vê qebûl nakin û li hemberê van em îtîrarazên xwe bidomînin. Em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê. Dosyeyên ku ji bêşopandinê re hatine hîştin dosyeyên ji faîlî meçhûl re hatine hîştin e. Ji ber ku dosyeyên li ser mirina kesekî/ê ji bo bê ronîkirin hatine vekirin, lêpirsîn bi carekêre vegûherî nîqaşên “endamên rêxistinê” û bêhiqûqî hat kirin. Heta niha kiryarên tu dosyeyan derneketine holê. Dewlet her çiqas zane kiryar kî ye jî ji bo kiryar derbikevin holê tu gav nehatine. Hemû dosya ji ji kiryarên ne diyar re hatine hiştin.”