Rûniştina doza B.E. yê li 40 zarokan êrîşa zayendî kir hat taloqkirin

  • 17:01 10 Kanûn 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Daneşîna doza B.E. yê li  40 zarokan êrîşa zayendî kir hat dîtin. Doz taloqî 29'ê Nîsana 2021'ê hat kirin. 
 
Mêrê bi navê B.E., wekî "mamoste" 4 sal beriya niha li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê dest bi peywirê kir ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a Girêdayî Memûr-Senê ye li 40 xwendekaran êrîşa zayendî kiribû.  yekemîn rûniştana doza B.E. jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Cizîrê hat dîtin.  Zarok û parêzerên zarokan di dozê de amade bûn. Ji endamên Platforma Şaxên KESK'ê, aktîvîstên TJA'yê, malbatên zarokan û rojnameger bi hinceta pandemiyê destrûr nehat dayîn ku bikevin eywana daneşînê.
 
Zarokên ku êrîş li wan hatibû kirin xwestin  kiryar B.E. bê cezakirin. Herewiha zarokeke ku xwest B.E. bê cezakirin jî wiha got: “Di sala 2019’an de di navbera mehên Nîsan û Gulanê de nêzî 130-160 xwendekaran giliyê B.E. li rêvebira dibistanê kir û min jî gilî kiribû. Lê xwendekarên ku gilî kirin ji ber zextên li ser malbatên xwe giliyê xwe paşve kişandin û yek ji wan jî tevli dozê nebû.”
 
Piştre parêzerên zarokan parastin kir. Parêzer  Rojhat Dîlsîz, anî ziman ku li gelek zarokan êrîşa zayendî hatiye kirin û wiha got: “ Li hember vê êrîşa ku kiryar pêk aniye pêwîste bê girtin û ji peywirê bê dûrxistin. Her wiha divê dosya li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. Em dixwazin ku B.E. di daneşîneke din tevlî dozê bibe û rûbirû îfadeya xwe bide.”
 
Doz hat taloqkirin
 
Parêzer Sabri Çatıkaş jî daxwaza besûc B.E. ji peywirê bê dûrxistin kir. Parêzer Salih Ecer jî got: “Em dixwazin derbarê bersûc de biryara pêywirê bê durxistin bê dayîn. Her wiha em dixwazin dosya li dadgeha cezayê giran bê dîtin. Bersûc û kesên navên wan di bûyerê de derbas dibe bi awayek giran bên cezakirin.” Parêzer Îrem Kurtuluş jî xwest kiryar ji pêywirê bê dûrxistin û bê girtin."
 
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara,  daxwaza bersûc ji peywirê bê dûrxistin di navbera daneşînê de bê nirxandin û daxwaza girtina B.E. ret kir da. Doz taloqê 29’ê Nîsan a 2021’ê hat kirin.
 
‘Kiryar B.E. tê parastin’
 
Piştî daneşîna dozê qediya li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û anî ziman ku ew ê bibin şopdarê pêvajoya dozê. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.