'50 rojî di dest wan de mam û cerdevanan dora min dorpêç kirin'

  • 09:04 30 Mijdar 2020
  • Hiqûq
AMED - Îfadeya Zeynp Ç. a ku li Pasûrê ji aliyê Îlyas Ateş, malbata wî û cerdevanan ve hat revandin û 50 rojî di dest wan de ma derket holê. Zeynep a ku Îlyas Ateş hewl da tecawizî wê bike û destdirêjî lê kir, li kiryarên ku cerdevan jî di nav wan de ne gilî kir.  
 
Li navçeya Pasûr a Amedê Îlyas Ataş, Zeyenp Ç. a li gundekî navçeyê dima, piştî ku 18 saliya xwe tijî kir di 2'yê Îlonê de  revand.  Piştî Zeynep hat revandin malbata wê li kiryar gilî kir. Zeynep piştî tê revandin û şûnde ji aliyê kiryar û û xizmên wî ve li gelek cihan tê gerandin. Zeynep a piştî bi 50 rojî anîn dozgeriyê li wê tişta hat serê wê vegot.
 
Hatiye tehdîtkirin
 
Piştî ku Îlyas Ateş û xizmên xwe bi awayekî organîze Zeynep revandin, malbata wê serî li qereqolê û dozgeriya Pasûrê da. Lê ji ber ku giliyê wan ser negirt lêpirsînek divê bê kirin nehat kirin û bû sedem ku Zeynep 50 rojî neyê dîtin. Malbata Zeyenp ku bi îmkanên xwe hewl da xwe bigihîne keça xwe, piştî 50 rojî bi alîkariya kesên nas ên li navçeyê bi keça xwe re axivîn. Kesên Zeynep revandin zexta "Ji malabta xwe re bibêje bi daxwaza xwe hatime" kirin. Zeynep piştî van zextan bi dayika xwe re têkiliyê datîne û li gel kesên ku ew revandine di bin zorê de dibêje 'ez bi daxwaza xwe hatime'.
 
Zeynep ku 50 rojî di dest kesên ew revandin de dimîne, di 20'ê Cotmehê de diçe Serdozgeriya Komarê û çawa hatiye revandin vedibêje.
 
'Şikeft bi şikeft min gerandin'
 
Zeynepê diyar dike ku Îlyas Ateş ew revandiye û ji bo ku neyê dîtin jî gund bi gund gerandiye. Zeyenp anî ziman ku Îlyas Ateş û lawê xalê wî V.A. ew bi zora çekê li cem xwe girtine. Zeyenp diyar kir ku piştî bi demekê Îlyas  Ateş û V.A. ew birine gel keyayê ku li gorî texmîna wê yê gundê Taşkopru ye û piştre jî ew birine gundê Gundê Zirogê mala cerdevanê gund û mala birayê Sînan Şeker yê keyayê Gundê Ozbekê Şîrîn Şeker.
 
'Doramin tijî cerdevan bû'
 
Zeynepê di berdewamiya îfadeya xwe de wiha dibêje: "Li wîr jî disa min birin gundekî din mala jinek ku min nas nedikir ya bi navê M. Ew kes jî keya bû. Li mala M. birayên Îlyas Ateş A.A, E.A. û hevjîna A.A. , A.A, hevjînê Şîran Şeker, A.Ş. hatin gel min. Ji min re gotin em ê te û malbata te bigihînin hev. Zext li min kirin û gotin ku bibêje ez bi daxwaza xwe hatime an na em ê malbata te ji holê rakirin. Piştre dayika min, Apê min û hevjîna S.Ç. Z.Ç., hatin mala M. Min ji wan re got ez bi daxwaza xwe hatime. Ji ber ku ez gelek dirirsiyam. Dema ku diaxivîm A.A. zext li min dikir. Hevjîna Şîran Şeker A.Ş. di pişt derî re bi dest û çavan zext li min dikir. Piştî bi çend rojan em çûn Gundê Zîgora mala Şîran. Wê şevê wê min bibira. Birayê Îlyas Aga hat gel min û got ku bila pirsgirêk derneê. Ji ber ku li wê ez bi dizî li birayê xwe geriyabûm.  Birayê min ji min pirsa gelo ez dikarim ji wê birevim an na kir.  Min jî got dora min tijî cerdevan e û nikarim birevim."
 
'Hewldana tecawizê û destdirêjî'
 
Zeynepê diyar kir ku piştî  çûn Farqînê û di wê demê de gundî pê hesiyan ji wir veqetiyane û li mala ku ew çûnê Îlyas hewl da tecawizî wê bike û destdirêjî lê kiriye. Zeynep got ku li mala wan hevjînê H.A. S. zexta ku pê re bi mahra melê bizewice lê kiriye û mecbûr maye ku di 19'ê Cotmehê de mahra melê qebûl bike. 
 
'Bê parêzer îfadeyê bide'
 
Zeyenp di îfadeya xwe de dibêje ku H.A. yê li mala wî mane gotiye bi şertê "Bê parzêer îfadeyê bidî" ew ê wê bibe qereqolê  û bi wî rengî hatiye edliyê. Zeynep di berdewamiyê de wiha dibêje: "Herî dawî min anîn edliyê. Li wê min xwest li gel parêzer îfadeya xwe bidim. Ji ber ku 50 rojî vê rewşê berdewam kir dibe ku min hin kîte ji bîr kirbin. Ez dixwazim ji Îlyas Ateş, birayên wî A.A., A.A, E.A,  M.A,  A.A, , NA, hevjîna A.A, A.A, , H.A, hevjîna wî S., Şîran Şeker, hevjîna wî A.Ş, Sînan Şeker xwe biparêzim û gilî dikim."
 
Piştî îfadeyê Îlyas Ateş, ji ber sûcê "bi darê zoarê girtinê" û "destdirêjiyê" hat girtin û şandin gitîgehê.
 
'Keya tehdît dike'
 
Parêzerên ku derbarê dosyaya biryara veşartinê li ser heye de nirxandin kirin, diyar kirin ku wan xwe negîhandiye dosyaya ku navê gelek kesan dêde derbas dibe û ev tişt gotin, "Me xwest ku kesên din jî bên girtin û em li bendê ne ku doz bê vekirin. Keyayê Gundê Ozbekê wekî kiryarên din di dosyaya din de ji ber ku kes ji azadiya wan bê par hiştiye, zext kiri û sucê destdirêjiyê gûmanbar tê xuyakirin. Jixwe tenê rojekê di bin çavan de ma.  Herwiha keya li ser malbata Zeynp Ç. jî zextê dike .Em dest ji bûyerê bernadin."