Daxwaza berdana rojnamegeran hat redkirin

  • 16:21 26 Mijdar 2020
  • Hiqûq
WAN - AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan ên ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêr ku hatibû kirin red kir. 
 
Li Wanê nûçegihana me Şehrîban Abî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkoptêrê çêkiribûn hatibûn girtin. Parêzerên ji bo berdana rojnamevanên miwekîlên wan in serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Lê AYM'ê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana rojnamevanan red kir.