Li gorî dozger 'eceleya îdanameyê tune ye'

  • 10:27 23 Mijdar 2020
  • Hiqûq
MARDİN - Dozgerê ku 11 meh e dosyaya Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon amade nake, got, "Eceleya wê tune ye."
 
Li Mêrdînê di 24'ê Kanûna 2019'an de miduriyeta polîsan ji bo îfadeyê gazî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon kirbûn û bi li ser îfadeyên şahidên nepen û bi hinceta ku endama Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) ye hatibû girtin. Hasîbe (56), 11 meh e ku girtî ye. Hesîbeya ku li gel pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê girtî dimîne û îdanameya wê nayê amadekirin, hem nexweşiya wê ya şekir heye û hem jî astim e.
 
'Pêdiviyên xwe nikare pêşwazî bike'
 
Hasîbe ya ku gelek jaran ketiye halê xirab û rakirine nexweşxaneyê, zexta ku li derve tevli hejmartinê bibe lê dikin û ji ber nexweşiyên xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. 
 
Ji dozgeriyê ji bo parêzeran: Eceleya îdanameyê tune ye
 
Herwiha dozgerê ku lêpirsîna derbarê Hasîbeyê de rêve dibe hatiye guhertin û ji ber ku îdaname jî nayê amadekirin darizandin nayê darizandin.  Parêzerê Hasîbeyê Kemal Erdem diyar kir ku li gel muwekîla wî girtiye îdanameya wê nayê amadekirin û got ku rewşa wê ya girtî veguheriye cezayê.  Parêzer diyar kir ku li ser pirsa wan a wê îdaname "kengî bê amadekirin?" dozger bersiva, "Eceleya wê tune ye daye" û got ku ew nizane wê kengî îdaname bê amadekirin.
 
Serlêdana ji bo serbestiya bi kontrol hat redkirin
 
Herwiha ji bo Hesîbeyê berê jî serlêdana ku bila  bi wayê bi kontrol serbest bê berdan hatiye kirin, lê 2'emîn Dadgeriya Sulh Cezayê bi hinceta delîlên di dosyayê de destûr nedaye.  Hesîbeya ku bi rêya parêzerên xwe peyama li "li ber xwedidim şandibû" ne diyar e ku wê kengî bê darizandin.