Li Endama Rosayê Narîn Gezgor 7 sal û 6 meh ceza birîn

  • 13:44 11 Mijdar 2020
  • Hiqûq
AMED - Di daneşîna biryarê ya doza endama Damezrîner a Rosayê  Narîn Gezgor de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ê birîn.
 
Di 8’ê hezîranê de di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de li dijî Komeleya Jinan a Rosayê operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û gelek endamên komeleyê hatibûn binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan jî endama komeleyê Narîn Gezgor bû. Narînê, piştî demeke hatibû berdan û darizandina wê ya bi angaşta “endamtiya rêxistinê” bê girtin didome. 
 
Danişîna biryarê ya doza Narînê li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Narînê tevlî danişînê nebû. Parêzerên wê Elîf Tîrenç Ûlaş û Semra Balyan tevlî danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir û bi sûcdariya “emdamtiya rêxistinê” ji bo Narînê ceza xwest.
 
Xwestin Narînê beraet bikin
 
Parêzerên Narînê, li dijî mutalaaya dozger derketin û diyar kirin ku şertên ku Narînê weke “endama rêxistinê” bê nirxandin pêk nehatin û şahidê nepen hatiye arestekirin û daxwaz kirin ku Narînê bê beraetkirin û şertê kontrola edlî yê derabrê Narînê de bê rakirin. 
 
Ceza kirin
 
Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 mehan ceza li Narînê birî.