Daneşîna doza mêrê li 3 zarokan destdirêjî kir di 7'ê Kanûnê de ye

  • 09:07 11 Mijdar 2020
  • Hiqûq
Medya Uren
 
MÊRDîN - Daneşîna biryarê ya Ridvan Ogul ê ku destdirêjî li 3 zarokan kiriye wê di 7’ê Kanûnê de were dîtin.
 
Li Qoserê mêrê bi navê Ridvan Ogul li 2 zarokên xwe û xwarziya xwe bi qasî 7 salan destdirêjî kiribû. Buyer di Hezîrana  2019’an de, piştî ku zarokek Ridvan Ogul di dema destdirêjiyê de dîmen kişand û ji mamosteyê xwe re got derketibû holê. Mamoste li piştî bûyer bihîst li gel zarokan diçe Serdozgeriya Komarê ya Qoserê û gilî dike. Piştî giliyê tê kirin derbarê Ridvan Ogul de lêpirsîn tê vekirin û ,bi sûcê “Kes ji serxwebûna wan bêpar hêştin, destdirêjiya li  zarokan” tê girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
 
Îdanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve derbarê Ridvan Ogul de  hatiye amade kirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê girgiran a Mêrdînê ve hat erê kirin.
 
'Destdirêjî 7 salan hatiye berdewamkirin'
 
Li gorî îfadeya zarokan daye piştî diya wan jiyana xwe ji dest dide bi salekê li zarokan destdirêjî tê kirin. Di sala 2011’an de dayik jiyana xwe ji dest dide û bav ji ji sala 2012’an heta 2019’an li 2 zarokên xwe û birazaya xwe destdirêjiyê dike.
 
‘Zarokan giliyê xwe paşve kişandin’
 
Piştî îdaname hate amade kirin zarokan giliyê xwe pişve kişandin û gotin tiştên me gotine ne rast in. Şandeya dadgehê gotina zarokan ji dil nedît û îfadeya yekem esas girt. Piştî îfade hate erêkirin daneşîna doza ku Ridvan Ogul jê tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin.  Daneşîna dozê ya herî dawî jî di 4’ê Mijdarê de hatibû dîtin. Şandeya dadê derbarê gûmanbar de daxwaz kir ku bêyî daxistina cezayê, ji bo her  mexdurekî cuda cuda ceza were dayîn.
 
Daneşîna biryarê ya dozê wê di 7'ê Kanûnê de bê dîtin.