Rojnameger Azîz Oruç hat tehliyekirin

  • 13:35 9 Mijdar 2020
  • Hiqûq
AGIRÎ - Rojnameger Azîz Oruç di 3'yemîn rûniştina doza bi girtî dihat darizandin de bi şerdê kontrola edlî hat tehliyekirin. 
 
Rojnameger Azîz Oruç di 11'ê Kanûna 2019'an de li Navçeya Bazidê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û ew biribûn Girtîgeha Tîpa L a Patnosê. 3'yemîn rûniştina Azîz li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. 
 
Aziz Oruç bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerê Azîz Erhan Çiftçiler û parêzerê Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê  (MLSA) Erselam Aktan li eywanê amade bûn. Azîz di rûniştinê de parastin kir û beyanên xwe yên berê dubare kir. Aziz da zanîn ku ew bi rîska jiyanî rû bi rû hatiye hiştin û diyar kir ku tu îrtibata wî bi rêxistinekê tune ye. 
 
Heyeta dadgehê bi şerdê kontrola edlî biryara darizandina berdayî da û rûniştin taloqî 16'ê Nîsana 2021'ê hat kirin.