Li Rojda Bariş 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn

  • 16:08 2 Mijdar 2020
  • Hiqûq
AMED - Li Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş bi hinceta "endama rêxistinê ye"  6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn.
 
Daneşîna doza Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di 9'ê cotmeha 2018'an de hat destpêkirin de di 26'ê Hezîranê de hat binçavkirin û di 29'ê Hezîranê de jî hat girtin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojda ya ku di daneşîna yekem a doza xwe de hat tahliyekirin di daneşîna duyem de ew û  parêzerên xwe Nurcan Budak, Gozde Engîn û Mehmet Bahrî Baltaci amade bûn.  
 
Daneşîn bi xwendina mutalayê ya dozger hat destpêkirin, meqamê îdayê, di mutalaya ku da de, derbarê Rojdayê de bi sûcdariya "endama rêxistinê ye" 10 sal ceza ji Rojdayê re xwest. Herwiha makamê îdayê ji sûcdariya "propagandaya rêxistinê" jî beraeta wê xwest. 
 
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
 
Piştî parastina parêzeran û ya Rojdayê heyeta dadgehê navbereke kurt û piştî navberê derbarê Rojdayê de ji sûcê "Propagandaya rêxistinê" beraet kir, bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" 5 sal ceza, bi hinceta "Sûcê di çarçoveya terorê" de ye jî ceza nêvî nêvî zêde kir û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Piştre cezayê li Rojdayê hat birîn ji ber hin sedeman hat kêmkirin û bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.