Îdanameya Perîhan Agaoglu ya 7 meh in girtî ye nayê amadekirin

  • 09:03 2 Mijdar 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdîne Perîhan Agaoglu ya ku ji meha Adarê ve hatiye girtin bi hinceta lêpirsîn berewam dike îdanameya derbarê wê de nehatiye amadekirin û ev pêvajoya lêpirsînê ji ber destê  2 dozgeran de hatiye guhertin.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdîne Perîhan Agaoglu di 29’ê Sibata 2019’an lli Mêrdînê hate binçavkirin û di 6’ê Adarê de ji hate girtin. Di 21’ê Adarê de ji bi hinceta îfadeya şahidên veşartî sirgunê girtîgeha tîpa T ya Rihayê hate kirin. Tevî evqas dem debas bû bi hinceta lêpirsîn berdewam dike îdianameya derbarê wê de nehatye amadekirin. 
 
‘Bi îfadeya veşartî hatiye girtin’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdîne Perîhan Agaoglu bi îfadeya şahidên veşartî re hate girtin. Perîhan a di girtîgeha Mêrdînê ya tîpa E yê de dimîne di 21’ê Adarê de jî sirgunê girtîgeha Rihayê ya tîpa T yê hatiye kirin. Bi giştî 7 meh in hatiye girtin.  Lê hîna tê gotin ku lêpirsîn berdewam dike û îdaname ya derbarê Perîhanê de nehatiye amade kirin. Ango hat diyarkirin ku Perîhanê di girtîgehê de gelek caran rastî gefan jî hatiye. Pirtûk, name jî ji girtiyan re nayên dayîn û ji mafên xwe yên tendirustiyê hatine durxistin.”
 
Li gorî agahiyên me ji parêzeran girtiye dosyeya 7 meh in berdewam dike 2 dozger guhertine. Dozgerê yekem gotibû “Di dosyayê de kêmasî hene” û  dozgerê duwem ji gotiye “Divê em hemû agahiyan kom bikin” Bi vê boneyê ji hîna îdaname ne hatiye amade kirin.
 
Wê îdaname kengê were amade kirin nayê zanîn.