Daneşîna 12'emîn a Doza Leyla Guven hat dîtin

  • 13:02 28 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Evîndar Oruç a ku di doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de lê îfade da di daneşîna 12'emîn a ku bi SEGBÎS'ê tevli bû de , diyar kir ku ji ber polîsan jê re gotine, "Leya Guven teşhs bike wê dozger bi te re alîkar be" girtek îmeze kiriye.  
 
Daneşîna 12'emîn a doza ku Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven  de bi îdaya "rêvebertiya rêxistinê" hatbû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla tevli daneşînê nebû lê parêzerên wê tevli bûn. Evîndar Oruç a ku ji bo li ser Leylayê îfadeyê bide jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. 
 
'Min xwest ji îfadê rizgar bibim'
 
Di destpêka daneşînê de Evîndar Oruç mafê axafitn girt û got, "Ez Leyla Guven wekî parlamenter nas dikim û  bi awayê taybet nas nakim. Ez nizanim ku têkiliya Leylayê bi PKK'ê re heye a na û tu têkiliya min pê re tune ye. Piştî li Sûriyeyê birîdar bûm hatim Tirkiyeyê  û jinek bi navê Leyla ez birim tedawî kirim. Ew Leylaya min nas kir ne ev Leyla ye. Ez 2-3 mehan di nava nivînan  de mam. Ez birim Stenbolê. “Polîsan ji min re gotin ‘Tu Leyla Guven teşhîs bike, dozger wê ji te re bibe alîkar'. Ji bo bibin alîkarê min, min jî girtek îmze kir. Leylaya ku ez birim Stenbolê û Leyla Guven ne yek in." 
 
Heyeta dadgehê jî piştî navbereke kurt biryara dozê taloqî 18'ê Mijdarê bike.